Koçberên Sûrî û zehmetiyên di meha Remezanê de

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûrî yên li Kampa Weten ku dikeve bajarê Erîha yê ser bi parêzgeha Idlib a Sûriyê ve, tevî hemû zehmetiyan û debara xirab, xwe ji bo meha Remezanê amade kirine.

Destpêka meha Remezanê ye û niştecihên wê kampê pêdiviyên weke sus, temer hindî û nanê marûk dikirin ku di rojiyê de, taybetmendiya van xwarin û vexwarinan heye.

Dîmenên wêraniyê jî li bazarê diyar dibin. Tevgera kirîn û firotinê di vê mehê de, ji mehên din bêhtir bûye.

Heysem Hellûm, firoşyar ji bajarê Erîha dibêje, “Li welatê me debara jiyanê gelekî buha ye. Dahat û kar ji bo welatî nîne. Keresteyên xwarinê hemû li ber wî buha dibin, ango keresteyên xwarinê buhadibin lê dahata wî 20 yan 30 lîre ye, wiha dibe. Şûşeyekî zeytê bi 27 lîreyan bû, lê niha bûye bi 45 lîreyan, bi sedema şerê Rûsya-Ukrayna.”

Elî Hemûd, koçberekî Sûrî yê ji Meeret Herme ye, bi zehmetî hinek keskayî û mêwe ji malbata xwe re dikire, ji bo ku rojekê ji Remezana xwe derbas bikin.

Ev koçber dibîne ku ev dem ne weke demên berî koçberiyî ye.

Elî Hemûd dibêje, “Weke niha me pêşwaziya meheke pîroz a xêr û bereketê, meha Remezanê dikir, berî koçberbûnê, me nizanîbû em çi bikini, ji ber ku gelek bijarde li ber me hebûn. Me şanazî bi corên xwarinên xwe dikir, di Remezanê de. Berî koçberbûnê û berî dagîrkariyê û bombebarankirinê. Lê niha rewş zehmet e, Xweda alîkar be. Rewşeke cihê daxê ye.”

Bêhtir ji 3 milyon nişteciyên Sûrî li navçeyên di jêr kontrola grûpên çekdar ên opozsiyona wî welatî de, zehmetiyê di peydakirina pêdawîstiyên sereke de dibînin.

Herwiha ew welatiyên Sûrî gazinê ji buhabûnê dikin.

Berî çend rojan, krîza Sûriyê kete sala xwe ya 12an, lê li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî hêj bêhtir ji 80% ji xelkên wî welatî di hejariyê de dijîn.

Bêhtir ji 12 milyon kesan jî koçber bûne, û alîkariyên navdewletî jî kêm digihêjin destên xelkê.