Beşar Esed: Pirsa Kurd li Sûriyê xeyal û derew e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Sûriyê Beşar Esed, hebûna Pirsa Kurd li welatê xwe wek “xeyal û derew” bi nav dike û derbarê êrîşên Tirkiyê yên li Idlibê de jî dibêje: “Ewên daxuyaniyên tund li dijî Tirkiyê derdixin, bila çekdaran ji me re bişînin û em bi hev re şerê Tirkiyê bikin”.

Beşar Esed di hevpeyvîneke li gel kanala Russia 24 de ragihand: “Ewên ku beyannameyên tund li dijî Tirkiyê derdixin, heta niha gulleyek li dijî Tirkiyê neteqandine û em bi tenê şerê Tirkiyê dikin”.

Serokê Sûriyê li ser pirsa, “Em derbarê Kurdan de biaxivin, ku li rojhilat û bakurê rojhilatê welat dijîn. Ew dibe ku ji Amerîka û Tirkiyê nerazî bin, bi taybetî jî Tirkiyê, ji ber dijminkariyek wan a kevin heye, di demekê de ku peywendiya Şamê ligel wan zehmet e, ji ber ew cudaxwaz in û piştîvaniya Amerîkayê dikin û ev demek dibe hevpeymanên hevdû ne. Pirsyar ew e ku girêdayî yekîtiya Komara Erebî Sûriye, hûnê çawa siyasetek bingehîn ligel Kurdan deynin û destpê bikin? Di demekê de Şam ku ew bi xiyanetkar binav dikirin, ji ber wan rêkeftin ligel Amerîkayê îmze kiribûn, di vê derbarê de ti planek we heye? Hûn çi ji bo Kurdan pêkêş dikin, an çi ne ew tiştên ku hûn pêkêşî wan nakin?” got, "Em ligel grûpên siyasî yên Kurd li navçeya bakurê Sûriyê di peywendiyê de ne, lê pirsgirêk ew e, beşekî grûpên Kurdî li jêr desthilata Amerîkayê kar dikin, bê guman ne hemû, ji ber piraniya Kurd ji wan grûp û hozên ku piştîvaniya dewletê dikin, ev grûpê dengê wan nîne, ew wan navçeyan kontrol dikin, ku grûpên biçûk in û ligel Amerîka kar dikin.”

“Tiştek bi nave doza Kurd li Sûriyê nîne”

Her di berdewamiya bersiva wê li ser derbarê Kurdan de Esed dibêje, “Derbarê ku tê gotin ‘Doza Kurd’, tiştek nîne bi nave doza Kurd li Sûriyê. Ev yek jî sedema wê zelal e. Hinek Kurd ji mêj ve li Sûriyê dijîn, ew jî li bakur akincî bûne, di sedsala borî de ji ber sitema Tirkiyê hatin bakur û me jî mêvandariya wan kir li Sûriyê. Herwiha Kurd û Ermen û pêkhateyên cuda ên din jî hatin Sûriyê. Wê demê ti arîşeya wan nebû, wek mînak, ti arîşeyek Sûrî-Ermenî nîne, herwiha pêkhateyên pirreng li vî welatî hene, ti arîşeya me ligel wan nîne, baş e çima wê arîşeya me ligel Kurd hebe? Arîşeya me ligel wan grûpên ku ji mêj ve fikra cudabûnê li ba wan heye, bi taybetî di salên heştê yên sedsala derbasbûyî de, dema Tirkiyê dest bi kuştina Kurdan kir, me piştîvanî wan kir û li dijî doza wan ranewestiyan.”

“Amerîka û Tirkiye dagîrker in”

Serokê Sûriyê dibêje, “Niha pirsgirêka me ligel Amerîkayê ye, Amerîka dagîrkar e, ku axa me dagîr dike, Amerîka dize û petrol Sûriyê didize. Çênabe tu di navbera du aliyan de raweste. Aliyek dakokiyê li yasayê dike û aliyekî din jî dijî yasayê radiweste. Çênabe tu di heman demê de ligel Polîs û ligel diz rawest e, yan polis û yan diz be. Ev gotinek pûç e, çênabe ligel wan bigihên ti encamê, eger em hezar caran jî gotûbêjê bikin, bi vî rengî berdewam dibe, heta xwe yekalî bikin, wê demê em ê helwêstê niştîmanperwerane radigihînin, ew jî dijayetîkirina dagîrkariya Amerîkayê ye. û herwiha Tirkiyê û her dagîrkarekî din.”

Serokê Sûriyê behsa daxwazeke xwe ya ji Kurdan dike û dibêje, “Tirkiyê û Amerîka dagîrker in, ev daxwazek zêde asan e me li wan kiriye, divê helwesteke wan a niştîmanperwerane hebe. Tiştekî taybet nîne, em wek hikûmetê berpirsên beramberî destûr û beramber parastina berjewendiyên niştîmanî. Hemû gelê Sûriyê jî pêwîste pabendî destûr be. Çawa dibe ku her kesek li cihê xwe daxwazek wî ya cuda hebe? Pêwîste em gotûbêjê bikin, dema em gotûbêjê bikin wê demê em ê biryarê bidin. Gelo emê destûr sererast bikin? Gelo emê yasayê sererast bikin? Gelo emê tedbîran serrast bikin? Divê em van tiştan bikin. Divê em derbarê van tiştan gotûbêjê bikin. Lê tenê tiştek heye, divê hemû,bizanibin, ku hikûmet ne destûr e, gel destûrê datîne, û gel birayarê li ser destûr dide, gelo emê destûrê sererast bikin an na?”

“Amerîka biryarê dide ku Tirkiyê derbas bibe”

Derbarê pirsa, “Eger em berê xwe bidin bûyerên Idlibê, Tirkiye yek ji neyarên sereke yê Kurd e , dibe ku divê rewşê de hûn ligel Kurd dest bi lihevkirinê bikin?” Esed dibêje, “Berovajî vê yekê, ev pirsyarek lojîkî ye, belê ew grûpên Kurd ku bangewaziya dijayetiya dagîrkariya Tirkiyê dikin û berdewamî daxuyaniyan belav dikin, û gefê şer li wan dihatin kirin, çima dema hêzên Tirkiyê hatine navçeyê, wan yek gule jî neteqand? Ji ber Amerîka biryarê dide ku Tirkiyê derbas bibe. Sînorên wan nediyar in û nizanin jî ku çawa û çilo ji sînor biçin derve. Ka emê li ser çi bingehê ligel wan lihev bikin? gelo li ser daxuyaniyên wan an li ser kiryarên wan? Em dixwazin li ser kiryaran lihev bikin.”

“Eger Kurd bibêjin em li dijî Tirkiyê ne em dê li hev bikin”

Her li ser vê pirsê Esed dibêje Kurd “di daxuyaniyên xwe de li dijî Tirkiyê gotinên xwe tînin ziman, lê di praktîkê de me tiştekî wiha nedît. Ew dixwazin di naverasta Amerîka û Tirkiyê de bin, aliyê tenê dijyetiya Tirkiyê dike tenê hikûmet û pêkhateyên cuda yên Sûriyê ne û rojane şehîdan didin. Lê ji bilî vê xalê ligel wan em lihev nakin. Eger bibêjin ew dijî Tirkiyê ne, em ê lihev bikin, ez amade me, de bila şerkerên xwe bişînin û ligel hevdû bo parastina ax û niştîman şer bikin.”