Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo alîkariya Kurdan li Şamê nivîsgehekê vedike

Duh li 12:32
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Şam Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Birêvebiriya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihand ku ji bo alîkariya nêzîkî 300 hezar Kurd ew dê nivîsgeha xwe li Şama paytexta Sûriyeyê vekin.

Ji destpêka rûxîna rejîma Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê û derdora wê pêşwazî li Kurdên ku vegeriyan warê xwe dike.

Endamê Desteya Birêvebiriya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Ji bo alîkariya nêzîkî 300 hezar Kurdên li Şamê em mijûlî vekirina nivîsgeha rêxistina xwe ne.”

Piraniya çend herêmên Şamê yên wekî taxa Ruknedînê Kurd in.

Rewac Hacî diyar kir ku armanca wan a vekirina nivîsgehê gihandina alîkariyan a Kurdên ku li wan herêmên paytexta Sûriyeyê dijîn e.

Li gorî amarên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, heta 19ê Kanûna Pêşîn a 2024an, 2 hezar û 876 malbatên Kurd ku hejmara wan 7 hezar û 824 kes e, vegeriyane Efrînê.

Her wiha hezar û 230 malbatên Erebên hawirde jî vegeriyane herêmên xwe.

Rewac Hacî amaje pê kir ku niha jî rojê 4-5 malbatên Kurd vedigerin Efrînê û anî ziman:

“Alîkariya me ji bo welatiyên Efrînê dê berdewam be û ji 10ê vê mehê ve em dê alîkariyên zêdetir bidin wan.”

Li Efrînê 6 nahiye û 366 gund hene, piştî dagirkirina wê ji aliyê komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê û artêşa Tirkiyeyê ve, heta îro piraniya şêniyên wan herêman li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst