Metirsî heye Deriyê Bab el Hewa bê girtin û alîkariyên mirovî derbas nebin

05-01-2023
Hisên Omer
Deriyê Bab el Hewa yê sînorî li parêzgeha Idlibê take derî ye ku alîkariyên mirovî yên Neteweyên yekbûyî tê re derbasî nav xaka Sûriyê dibin
Deriyê Bab el Hewa yê sînorî li parêzgeha Idlibê take derî ye ku alîkariyên mirovî yên Neteweyên yekbûyî tê re derbasî nav xaka Sûriyê dibin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tenê 5 roj li pêş mohleta derbaskirina alîkariyên mirovî di Deriyê Bab el Hewa yê sînorî li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê re mane. Eger Neteweyên Yekbûyî biryarê nû neke, alîkarî dê rawestin.

Deriyê Bab el Hewa yê sînorî li parêzgeha Idlibê take derî ye ku alîkariyên mirovî yên Neteweyên yekbûyî tê re derbasî nav xaka Sûriyê dibin. Niha ew lê pêş metirsiya daxistinê ye. Roja 10ê vê mehê, mohleta biryara 2642 bidawî dibe. Eger neteweyên Yekbûyî biryarê nû ne ke, alîkarî dê rawestin. Lewma aliyên navdewletî ketine nav liv û tevgerên dîplomatîk.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyîm Ferhan Heq, di vê derbarê de hişyarî da.

Ferhan Heq dibêje: “Berpirsên alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji endamên Encumena Asayişê kirin ku rehê jiyanê yê alîkariyên sînorî ji bo bakurê rojavayê Sûriyê biparêzin, û hişyarî dan ku bêyî wê, bi milyonan kes, nemaze yên ku bi salan û çend caran ji cih û warên xwe koçber bûne, dê bê xwarin û penageh bimînin. Biryara Encumena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2642, ku rê dide alîkariyên ku di sînorê Tirkiyê re derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bibin, hefteya bê bidawî dibe. Di sala 2022an de, ajans û hevkarên Neteweyên Yekbûyî mehane alîkarî di sînorê Tirkiyê re gihandine 2milyon û 700 hezar kesî.”

Nûnerê Daîmî yê Japonyayê li Neteweyên Yekbûyî, Ishikane Kimihiro daxwaz kir ku pirsa alîkariyên mirovî ji nakokiyên siyasî were dûrxistin.

Ishikane Kimihiro jî got: “Hûn dizanin, gotûbêjên himbiz hene. Û ez bi rastî hêvî dikim, û ne tenê hêvî dikim, lê rijd im li ser wê yekê ku pêk were, mebesta min pejirandina biryarê ye ku destûrê bide alîkariyên di rêya sînorê bakurê rojavayê Sûriyê. Wekî din, ji bo gelek kesan ev meseleya jiyan an mirinê ye. Ji ber vê yekê dûr ji nakokiyên siyasî, divê em di vê meselê de ber bi pêş ve biçin.”

Piraniya alîkariyên mirovî yên ku di deriyê Bab el Hewa re derbas dibin, li ser nişteciyên parêzgeha Idlibê û derdora wê tên dabeşkirin. Beşek jî li ser koçberên Sûrî li kampên herêma bakurê rojavayê Sûriyê tê dabeşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst