Şer germ dibe: Artêşa Sûriyeyê dest bi êrişê kir

04-12-2024
Nîşan Sûriye Hema Tehrîr El Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Sûriyeyê dest bi êrişa berevajî kir û Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dike hedef.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê stand.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Artêşa Sûriyeyê piştî ku xisarên mezin dan îro li Hemayê dest bi êrişa berevajî kir.

Hema li naverasta Sûriyeyê ye, ji bo parastina Şamê cihekî stratejîk e û gelek Elewî lê dijîn.

Ev sê roj in ku li Hemayê di navbera artêşa Sûriyeyê û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku artêşa Sûriyeyê HTŞ bi qasî 10 kîlometreyan ji navenda Hemayê dûr kiriye.

SOHRê diyar kir ku HTŞyê hewl daye cihekî li nêzîkî bajêr bixe bin kontrola xwe lê bi ser neketiye.

Li gorî heman çavkaniyê, artêşa Sûriyeyê Çiyayê Zeynelabidînê yê li nêzîkî Hemayê jî xistiye bin kontrola xwe.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî ragihand ku artêş li bakurê Hemayê êrişî kom û komikên “terorîst” dike.

Li gorî SANAyê, êrişa berevajî îro dest pê kiriye û komên çekdar bi qasî 20 kîlometreyî ji bajêr hatine dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst