Sûriyeyê mûçeyê leşkeran ji sedî 50 zêde kir

9 demjimêr berê
Nîşan Sûriye Leşker Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mûçeyê leşkerên Sûriyeyê bi biryara Beşar Esed ji sedî 50 hat zêdekirin.

Li gorî Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA), mûçe îro bi biryara Serokê Sûriyeyê Beşar Esed hatine zêdekirin.

Li gorî heman çavkaniyê, dê mûçeyê bingehîn en hemû kesên ku di sektora leşkeriyê de dixebitin werin zêdekirin.

Li Sûriyeyê meaşê mehane yê leşkeran di navbera 350 hezar lîreyê Sûrî (nêzîkî 21 dolaran) û milyonek lîre (nêzîkî 59 dolaran) de ye.

Li gorî biryarnameyê, mûçe dê ji îro û pê ve werin zêdekirin.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Divê were gotin ku ev biryar piştî van rûdanên dawiyê hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst