Çima Beşar Esed beşdarî Lûtkeya COP28ê nebû?

04-12-2023
Hisên Omer
Beşar Esed/Wêne: RT
Beşar Esed/Wêne: RT
Nîşan Eymen Ebdulnûr Beşar Esed Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Beşar Esed beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) ya li Dubaiyê nebû.

Çavdêr û şopînerên rewşa Sûriyeyê, beşdarnebûna Esed bi biryara dadgeha Fransayê ya girtina Esed ve girêdidin.

14ê Çiriya Pêşîna 2023yan, dadgeha Fransayê biryara girtina Beşar Esed û 3 fermandarên leşkerî yên Sûriyeyê derxistibû.

Li gel Esed biryara girtinê ji bo general Mahir Esed birayê Beşar Esed, general Xasan Ebas û Besam Hesen, şêwirdarê serokê Sûriyê hatibû derxistin.

Beşar Esed û her sê fermandarên din bi tawanên şer û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî xelkê wî welatî tên tohmetbarkirin.

Ji Los Angelesa Amerîkayê, nivîskar û şarezayê karûbarên Sûriyeyê Eymen Ebdulnûr di vê derbarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

“Biryar neketiye warê cîbicîkirinê”

Nivîskar Eymen Ebdulnûr wiha got:

“Biryara di derbarê desteserkirina serokê rejîma Sûriyeyê, birayê wî Mahir Esed û 2 efserên din de ku dadgeheke Fransayê derketiye, pêwîstiya wê bi pesendkirina desthilatên bilindtir heye.

Herwiha divê dozgerê giştî yê Fransayê jî wê biryarê red neke. Lewma hîn ew biryar neketiye warê cîbicîkirinê.

Di dema serdana serokê Sûriyeyê ya ji bo ji bo welatên din ne pêkan e li ser Interpolê bê giştîkirin.”

“Dê ji bo welatên ku pêwendiyên xwe bi rejîmê asayî dikin zehmetir be”

Eymen Ebdulnûr wiha pê de çû, “Lê tevî wiha jî, ev biryar girîng e û nameyên siyasî, dîplomatîk û medyayî dide.

Ew welatên ku pêwendiyên xwe li gel rejîmê asayî dikin dê ji bo wan zehmetir be.”

Beşar Esed û her sê fermandarên din bi tawanên şer û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî xelkê wî welatî tên tohmetbarkirin.

Lê Serokê Sûriyeyê, di hemû hevpeyvîn û daxuyaniyên xwe de, destê hikûmeta xwe ji êrişên kîmyawî dişo û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriye û welatên hevalbendên wan bi encamadana êrişên kîmyawî tohmetbar dike.

Esed herwiha grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û hevalbendên wan wekî terorist bi nav dike.

Bi beşdariya serok û serkirdeyên cîhanê 30ê Çiriya Paşînê civîna Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) li Dubaiyê hat lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst