Dîroknasek Heleba kevin arşîv dike

04-10-2021
Loloxan
Keleha Helebê ya dîrokî.
Keleha Helebê ya dîrokî.
Nîşan Sûriye Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Helebê, bajarekî dîrokî û kevnar ê Sûriyê ye û gelek şûnûwarên wê yên dîrokî hene, lê di dema şer de li Helebê gelek şûnûwar û belgeyên li ser dîroka wî bajarî jinav çûn. Dîroknasê Sûrî yê bi navê Elaa El-Seyid rabûye belgeyên ku mane, hemû dijitalîze kirine, ji bo ku careke din ji nav neçin.

Dîroknasê Sûrî Elaa El-Seyid, dest bi arşîvkirina bajarê Heleba kevin kiriye, ew jî bi rêya dijîtalkirina belgeyan, eger rojekê hat û ev navçe rûbirûyî şewitandin û wêraniyê bû, dê arşîva wê li seranserî cîhanê bimîne.

Ela El-Seyîd, derbarê hizra xwe ya bo arşîvkirina beşa dîrokî ya bajarê Helebê de dibêje, "Di sala 2013an de, Heleb dorpêçkirî bû û dişewitî, kelepûra wê ya rewşenbîrî û hizrî jinav diçû, heta ew kesên ku serpereştiya parastina kelepûra wê dikirin jî bajar bicîh hiştin. Di wê demê de fikrek li ba min çêbû ku yekalîker bû di warê dijîtalkirina hemû wan belgeyên dîrokî, û xezinkirina wan bi rêya Internetê, eger hat û şewitîn, dê kopî pesta wan li seranserî cîhanê hebe."

Di navbera salên 2013-2016an de, Heleba kevin di navbera grûpên çekdar û hêzên hikûmetê de rûbirûyê şerekî wêranker bû. Dawiya 2016an hêzên hikûmetê ew kontrol kirin û piştre tîmên taybet dest bi nûjenkirina cihên ku zerer dîtibûn kirin.

Dîroknasê Sûrî, Elaa El-Seyid dibêje, "Di dema şer de, me bihîst ku dergehê Nesir wêran bûye. Bi rastî dema tu wî ji dûr ve dibîne, dilê te diêşe û tu keseran vedide. Piştî rizgarkirna Helebê, ev dergeh yekem cih bû ku min serdana wî kir, dergeh zerar dîtibû, lewra min bi hemû şiyanên xwe ew nûjen kir û vegerand wek berê. Me rojane ji demjimêr 8ê sibehê heta 5ê êvarê kar dikir ku 2 salan berdewam kir, zêde balkêş û kêmdîtî bû."

Zêdeyî 17 salan dibe, Elaa El-Seyid Heleba kevin bi rêya wênegirtinê belge dike, ligel komkirina belgeyên girêdayî dîroka vî cihê şûnwarî.

Li gor UNESCOyê di şerê navxwe yê Helebê de ji sedî 60ê Heleba kevin zerar dîtiye, herwiha beşekî belgeyan jî şewitîne, tenê arşîva elektronî ya derbarê bajêr de maye.

Heleba kevin bi keleha şûnwarî, 36 taxên gelêrî û 37 bazarên xwe yên dîrokî tê naskirin, niha piştî nûjenkirinê careke din pêşwaziyê li serdanker û geştyaran dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst