Şûnwarên Reqa ji aliyê Encûmena Sivîl ve têne nûjenkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Rewşenbîrî û Şûnwaran li Reqayê di karê nûjenkirinê de berdewam e, û Komîteya Rewşenbîrî û Şûnwaran bi hevahengî ligel Encûmena Sivîl a Reqayê, Koşka Keçan û Muzexaneya Reqayê ku ji ber şerê li dijî DAIŞê beşek jê wêran bibû, nûjen dikin.

Komîteya Rewşenbîrî û Şûnwaran a ser bi Encûmena Sivîl ve li Reqayê, şûnwarên bajar ku di şerê dijî DAIŞê de rûbirûyî wêraniyê bibûn tên nûjenkirin, komîte dixwaze van şûnwaran vegerîne wek berê, û piştre li pêş serdankeran bên vekirin.

Serokê Nivîsîngeha Şûnwar û Muzexaneyan li Reqayê Yasir Mehrûb dibêje: “Niha em li Koşka keçan in, ku pêgeheke dîrokî ye li Reqayê, di dema Ebû Cafer sala 772 Zayînî de ligel bajarê Rafîqe hatibû avakirin, keleha wê bi qermîdan hatibû avakirin, daku ligel şûnwarên din li Reqayê bikaribe xwe liber keşûhewaya navçeyê bigire, bi sedema şer keleh bû zibildan û rûbirûyî kiryarên têkdanê bû.”

Komîteya Rewşenbîrî û Şûnwaran bi hevahengî ligel Encûmena Sivîl a Reqayê, Koşka Keçan bi rêya dîwarên piştgir nûjen dike, herwiha Muzexaneya Reqayê jî ku ji ber şer beşek jê wêran bibû, niha ji aliyê Rêxistina Rojava û Encûmenê tê nûjenkirin.

Hevserokê Komîteya Rewşenbîrî û Şûnwaran Ziyad Hemad jî got: “Di dema şerê navbera HSDê û DAIŞê de, beşekî muzexaneyê wêran bû. Hevahengî di navbera Rêxistina Rojava û Encûmena Sivîl de armanc jê jinûavakirina Muzexaneyê ye. Muzexane hat nûjenkirin û ji berê jî baştir bûye, lê em bi ser ti şûnwaran venebûne, wiha diyar dibe ku hatine dizîn, niha ji dêvlê em dê wêneyên bajar pêşan bidin. Di dema şer de muzexane hatibû talankirin û beşê mabû jî hate wêrankirin.”

Havîna 2014ê DAIŞê bajarê Reqayê li bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol kir û bajar wek paytexta xîlefeta xwe ya defakto ragihand, di Cotmeha 2018ê de,HSDê bi piştîvaniya Amerîkayê bajarê Reqayê ji destê DAIŞê derxist, lê bajarekî wêran, di nav de jî piraniya şûnwarên dîrokî yên bajar rûbirûyî wêraniyê û talanê bibûn.