Li Eyn Îsa berpirsên 9 desteyan hatin destnîşankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Eyn Îsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civiya û di civînê de 9 deste û Serokatiya Encûmena Rêveber a nû hatin destnîşankirin.

 

Ev rêveberiya nû dê tevahiya wan navçeyên birêve bibe, ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) de ne, di nav de Rojavayê Kurdistanê û wan deverên din ên bakur û  rojhilatê Sûriyê, ew jî wek Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Minbic û herêmên Dêrezorê ye.


Roja 6ê Îlona 2018an, Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji 7 kesan hate ragihandin, ku nûnertiya 7 rêveberiyan bikin.


Ferîd Etê û Sîham Qiryo, weke hevserokên Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.


Destnîşankirina desteyeke cîbicîkar a giştî, dawiyê bi desteyên cîbicîkar ên herêmî tîne, êdî desthilateke navendî ji bo wê herêmê tê dirustkirin û kar û desthilatên wan 9 desteyan wê hemû aliyên jiyana wan navçeyan li xwe bigirin, her li gorî ragihandin Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), nûner ji hemû pêkhateyên wê herêmê wê di nav de hebin.


Roja 3yê Îlona 2018an jî Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li nahiyeya Eyn Îsa ya ser bi navçeya Girê Sipî civînek lidar xist. Armanc ji wê civînê ew bû ku desteyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezrîne. Êdî ev desteyên niha, ji encamên biryarên wê civînê ne.


Di wê civînê de, 9 deste hatin hilbijartin, ew jî: Desteya Navxwe, Desteya Perwerde û Xwendinê, Desteya Rêveberiyên Xwecihî, Desteya Aborî û Çandiniyê, Desteya Darayî, Desteya Çand û Hunerê, Desteya Tendirustî û Jîngehê, Desteya Karûbarên Civakî û Kar û Desteya Jinê.


Hevserokên van desteyan jî hatin hilbijartin û sûnd xwarin, ji bo ku dest bi karê xwe bikin.


Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdul Mihbaş, di vê civînê de, nîşan bi wê yekê da ku ev "rêveberî berdewamî ye, ji serkeftin û pêwîstiyên vê qonaxê re, ber bi asoyên nû ve." Herwiha got: "Rêveberiya Xweser nûneriya hemû pêkhateyan dike, weke bercestekirinê ji prensîpa pirjimaî û hevbeşiya hemû aliyan bi bê dûrxistina ti aliyekî" weke ku ew dibêje.


Elmihbaş tekez kir ku "Rêveberiyên Xweser û Şaredariyan wê ewlehî, aramî û geşepêdanê, li navçeyên bakurê Sûriyê bicih bikin."


Kongireya Encûmena Sûriyeya Demokratîk 17ê Tîrmeha 2018an, li bajarê Tebqayê hate lidarxistin û yek ji biryarên wê kongireyê ew bû ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê damezrandin.


Piştî van pêşhateyan, dibe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşeke nû bê peydakirin, ku êdî hemû kanton û rêveberiyên xweser ên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilat û Bakurê Sûriyê, bi Rêveberiya Navendî ya Eyn Îsa ve bêne girêdan û rêkar û karûbarên wan, bi rêya Rêveberiya Giştî ya navendî, li bajarokê Eyn Îsa, bêne birêvebirin.