Wezîrê Perwerdeya Sûriyê: Mafê Kurdan heye bi Kurdî bixwînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Sûriyê Darim Tebbai daxwaz dike ku hemû dibistanên Sûriyê bêne radestkirin ji bo Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê. Darim Tebbai herwiha dibêje: “Ji mafê Kurdan e du demjimêran bi Kurdî bixwînin.”

Wezîrê Perwerdeyê yê hikûmeta Sûriyê, Darim Tebbai, di hevpeyvînekê xwe de, behsa destpêkirina sala nû ya xwendinê dike û dibêje, em pêşbînî dikin ku derdora 4 mîlyon xwendekar bêne dibistanan, lê berî derbasbûna heftiyekê ji destpêkirina çûna dibistanan, zehmet e hejmara rasteqîne bê naskirin.

Darim Tebbai, daxwaz dike ku hemû dibistanên Sûriyê bêne radestkirin ji bo Wezareta Perwerdeyê ya hikûmetê, herwiha dibêje, eger daxwazek hebe ji bo fêrbûna zimanekî xwecihî, êdî ew yek ne qedexe ye û got: “Weke çawa ku her yek ji Ermen, Çerkes, Aşûrî, zimanê xwe di du demjimêran de didine fêrkirin, wiha jî Kurd dikarin di du demjimêran de, zimanê Kurdî bidin fêrkirin, û ev mafekî rewa ye.”

Di heman çarçoveyê de, tirsa xwe, ji belavbûna coronayê nîşan da, bi taybetî li navçeyên qerebalix.

Li gorî ragihandina Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê, roja 5ê Îlona 2021ê sala nû ya xwendinê destpê dike.