Şêwirmendê Muftiyê Sûriyê: Muftî gotinên xerab derbarê Kurdan de nake

04-09-2019
RÛDAW
Nîşan Basil Qes Nesrulla Ehmed Hesûn Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Muftiyê Sûriyê, derbarê gotinên Muftiyê Sûriyê yên li hemberî Kurdan, got ku ew gotin ne rast û muftî gotinên xirab nake.

Şêwirmendê Muftiyê Sûriyê Basil Qes Nesrulla Rûdawê re ragihand ku muftiyê Sûriyê axaftinên xirab nake.

Basil Qes diyar dike, “Tiştê ku li ser rûpelên medyaya civakî belav bûne, ku muftiyê Sûriyê Ehmed Hesûn bi xirabî li ser pêkhateya Kurd axivî be, ne rast e, ji ber ku muftî Hesûn peyvên xirab bi kesekî re bikar nayîne.”

Şêwirmendê Muftiyê Sûriyê dibêje, “Pêkhateya Kurd, beşek e ji pêkhateyên Sûriyê ye. Çar serokên Sûriyê ji wê pêkhateyê bûn, lê em wan weke sûrî bibîr tînin.”

Herwiha Basil Qes dibêje, “Herdem min tometbarkirina Kurdan bi xiyanetê red kiriye, wiha jî ez ji Şêx Ehmed Hesûn fêrî vî exzlaqî bûme, ku pêkhateyên sûrî bi gul û kulîlkên welat binav dike.

Basil Qes Nesrulla di dewama gotinên xwe de diyar dike, “Em hemû xelkê Sûriyê ne, xwîna me hemûyan di ber vî welatî de, hatiye rijandin û em hemû weke guldana welat in. Beşek ji Kurdan li ser yekîtiya xaka Sûriyê rijd in. Her kesek ji pêkhateyên civaka Sûriyê dixwaze ku ev xak bê rizgarkirin, ji Efrînê, heta Lîwaa Iskenderon û Cewlanê jî.

Basil Qes Nesrulla herwiha dawiya gotinên xwe de destnîşan dike, “Hemû kes û alî vexwendî ne ji bo maseya diyalogê û divê li ser wê maseyê bawerî di navbera me de hebe.”

Nivîsek li ser zimanê muftiyê Sûriyê Ehmed Hesûn li ser Kurdên Sûriyê belav bûbû ku tê de peyvên xerab li hemberî Kurdan bikar dianîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst