Urdin: Em hewl didin rê li ber bazirganiya hebên Captagonê li Sûriyê bigirin

04-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Sûriye Urdin Hebên Captagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî ji sedî 80ê hebên Captagonê li Sûriyê tên çêkirin. Piraniya wan li navçeyên di bin destê Esed tên berhemanîn. Wezîrê Derve yê Urdinê jî dibêje “Em hewl didin rê li ber bazirganiya hebên Captagonê li Sûriyê bigirin.”

Ji Sibata îsal ve, ev serdana duyem a Wezîrê Derve yê Urdunê ye bo Şamê, sedema serekî jî çareserkirina krîza hebên Captagon a hişbir e, ku bûye metirsiyeke rasteqîn.

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî got "Me derbarê komîteya darayî ya taybet de bo çareserkirina pirsa maddeyên hişbir gotûbêj kirin, wek berê jî min gotiye ew yek astengiyeke mezin e û metirsiyeke rasteqîn e ku pêwîstiya wê bi hevkarîkirina hemû aliyan heye, ji ber em dibînin ku gefa wan maddeyên hişbir her diçe zêde dibe."

Wezîrê Derve yê Sûriye Feysel Miqdad dibêje "Me li Emman û Ceddeyê jî gotûbêj kirin, hejmarek fikrên me hene, çend pirisgirêk hene pêwîstiya wan bi çareseriya herdû aliyan heye."

Zêdeyî ji sedî 80ê hebên Captagonê li Sûriyê tên çêkirin. Piraniya wan li navçeyên jêr destê Esed tên berhemanîn.

Grûpên çekdar ên nêzîkê Îranê wek Hizbullaha Libnanî bo vê pirsê desthilatdar in.

Şam û aliyên nêzîkê wê salane nêzîka 10 milyar dolaran di bazirganiya Captagonê de bi dest dixin.

Sînorê navbera Sûriye û Urdunê zêdeyî 375 kîlometre ye. Zêdeyî ji sedî 90ê hebên Captagonê derbasî Urdunê tên kirin û ji wir bi qeçaxî bo Siûdiyê tên şandin.

Ew beşê kêm jî ku bo welatên Afrîqayê tê şandin, cara dawî her bo Siûdiyê tê şandin.

Yek ji sedemên serekî li pişt pêngavên Siûdiyê bo asayîkirina peywendiyên ligel Şamê û vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî rêgirtina çûna hebên Captagonê bû bo nav bajarên Siûdiyê.

Bazirganê hebên Captagonê diyar kir "Welatê Siûdiyê di pileya yekem de tê, çi em wan bişînin Urdun an Dubey an Afrîqayê, her cara dawî jî Siûdiye dibe rawestgeha dawî."

Li gor hinek amarên hatine belavkirin, sala 2021an zêdeyî 400 milyon hebên Captagonê hatine berhemanîn û firotin.

Di 2022an de jî zêdeyî 500 milyon heb hatine berhemanîn, îsal jî tevî hewlên Urdun û Siûdiyê, pêşbînî nayê kirin ku bikaribin rê li ber vê şanişîna mezin a darayî û siyasî ya Captagonê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst