Sûriyê 191 welatiyên xwe ji Sûdanê vegerandin Şamê

04-05-2023
RÛDAW
Hikûmeta Sûriyê hejmarek welatiyên xwe ji Sûdanê vegerandin.
Hikûmeta Sûriyê hejmarek welatiyên xwe ji Sûdanê vegerandin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku hikûmeta wî welatî 191 welatiyên xwe ku 21 ji wan zarok bûn, bi riya Balafirgeha Şamê ji bajarê Port Sûdanê vegerandine Sûriyê.

Li gorî kompanyaya Ecnîhet El-Şam a Sûriyê, dê îro Pêncşemê hejmareke din a welatiyên Sûriyê bi balafireke din ji bo Şamê bên vegerandin.

Ji 15ê meha bihorî ve li Sûdanê şerekî naxwe dest pê kiriye. Şer di navbera artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Bilez de berdewam e, ji ber şer bi sedan malbatên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji paytexta wî welatî reviyane.

Beşeke welatiyên Kurd ên li Sûdanê berê xwe dane bakurê wî welatî û sînorê Misirê û beşekî din xwe gihandine bajarê benderî yê Port Sûdanê û hewl didin bi rêya keştiyan ji wî welatî derkevin.

Welatiyekî Sûrî ku ji Sûdanê bo Şamê hatiye vegerandin, dibêje: “Ev yekem geşt bû ji bo rewşên taybet, kesên nexweş û ducan û kesên bi temen bû, gelek kes li Sûdanê mane, ji wan re gotin, wê geştên din jî hebin û hemû Sûrî ji bo Şamê bên vegerandin.”

Rayedareka Kompanyaya Ecnîhet El-Şam jî li ser vegerandina wan kesan ji Sûdanê dibêje: “Kompanyaya Ecnîhet El-Şam li ser daxwaza Hikûmeta Sûriyê, alîkarî pêşkêş kir û welatiyên Sûriyê yên ku li balafirgeha Bûrt Sûdan asê mane vegerandin, ku du geştên asmanî bê beramber pêk anî, geşta yekem îro bû ku têde 191 kes hatin vegerandin, di nav de 21 zarok jî hebûn, û geşta duyem jî sibe ye, ev yek ji ber bûyerên ku li Sûdanê çêdibin.”

Li gor texmînan derdora 30 hezar Sûrî li Sûdanê dijîn ku ji ber şerê navxwe terka welatê xwe kirine.

Ji ber şer û aloziyên li Sûdanê, herî kîm 18 welatiyên Sûrî li Sûdanê jiyana xwe ji dest dane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst