Artêşa Amerîkayê kuştina berpirsekî bilind ê DAIŞê ragihand

04-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê dibêje, berpirsekî bilind ê DAIŞê li Sûriyê kuştine ku berpirsê danîna planên êrîşên grûpên radîkal bûye li Ewropayê.

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de got: “Hêzên Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê roja 3ê Nîsanê êrîşeke yekalî li Sûriyê kirine û di encam de berpirsê bilind ê DAIŞê Xalid Eyad Ahmed Cibûrî hatiye kuştin.”

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê dibêje, Xalid Eyad Ahmed Cibûrî berpirsê danîna planên êrîşên DAIŞê li Ewropayê û pêşvebirina pêkhateya serkirdayetiya wê rêxistinê bûye.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Michael Erik Kurilla di vê derbarê de dibêje: “Gefa DAIŞê li deverê berdewam e. Herçiqas hatiye lawazkirin, lê dîsan şiyana wê heye li navçeyê operasyonan bike û dixwaze êrîşên xwe li derveyî Rojhilata Navîn bike.”

General Michael Erik Kurilla herwiha diyar kir, ku di operasyona wan de ti kesekî sivîl nehatiye kuştin û birîndarkirin. Lê amaje bi cihê pêkanîna êrîşê û çawahiya pêkanîna wê nehatiye kirin.

Artêşa Amerîkayê behsa wê yekê jî dike ku kuştina Xalid Ahmed Cibûrî “bi awayekî demkî şiyana wê rêxistinê bo pêkanîna êrîşên li derve jiderb dixe.” Kurilla tekez dike ku operasyonên Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê ligel hevbeşên wan li Iraq û Sûriyê berdewam dibin û Amerîka pêbendê têkşikandina DAIŞê ye li navçeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst