BAXOZ - Çekdarên DAIŞê herî zêde tunelan bikar tînin

Baxoz (Rûdaw) – Li bajarokê Baxoz a Dêrezorê li rojhilatê Feratê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî êrişî DAIŞê dikin û çekdarên rêxistinê jî li ber xwe didin.

 

Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ji Baxozê ragihand ku şerê HSDê bi piştîvaniya balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li nav bajarokê Baxozê bi dijwarî li dijî çekdarên DAIŞê berdewam e, û çekdarên DAIŞê jî di nav tonelan de li berxwe dide.

 

DAIŞê niha şerê man û nema dike ku di rûberekî gelekî teng de li Baxozê asê maye.

 

Vîviyan Fetah da zanîn ku ji ber ku tonel li ber êrişên balafirên Hevpeymaniya Navdewletî navkevin temenê rêxistine hineke din dirêjtir dibe.

 

Şervanê HSDê Aram Remo ji Rûdawê re diyar kir ku niha di şerê dijî DAIŞê de pirani çekên sivik tê bikaranîn û carnan jî doçka têne bikaranîn û çekdarên DAIŞê jî di tonelan de berevaniyê li xwe dikin.

 

Peyamnêra me da zanîn ku li deverê şereke dijwar heye û şervanên HSDê hewl didin ber bi pêgeha dawî ya DAIŞê ve herin û di heman demê de firokeyên hevpeymaniyê jî ji asman êrişî cihên rêxistinê dikin.


Vîviyan Fetah herwiha da zanîn ku di dema pêşveçûna şervanên HSDê 8 şervanên wan birîndar bûne û hejmarek ji çekdarên DIAŞê hatine kuştin û birîndar kirin.


Fermandarê HSDê li Baxozê Ednan Efrîn da zanîn ku şer li herêmê berdewam e, lê hêzên HSDê hêleke nû bo derketina wan kesan vekirine ku dixwazin ji Baxoz derkevin û xwe teslîm bikin.