Li Baxoz şer dijwar bûye

04-03-2019
RÛDAW
8 şervanên HSDê birîndar bûn
8 şervanên HSDê birîndar bûn
Nîşan Rûdawa Rojava Sûriye Dêrezor Baxoz HSD DAIŞ
A+ A-

Baxoz (Rûdaw) - Li bajarokê Baxoz ê Dêrezorê li rojhilatê çemê Firaê, çekdarê DAIŞê hatine dorpêçkirin û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hewl didin pêşbikevin.

 

Peymanêra Rûdawê Vîviyan Fetah ji Baxozê ragihand ku êrişên şervanên HSDê bi piştevaniya balafirên şer ên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve  li dijî çekdarên DAIŞê  berdewam e.


Vîviyan Fetah ji sengera şer diyar kir ku çekdarên rêxistinê di nav kêmtirî kilometreyekê çarqoşê de dorpêç kirî mane û balafir tevî êrişên bejayî yên HSDê, balafir hevpeymaniyê jî cihên wa bombebaran dikin.


Peyamnêra me  da zanîn ku şer li deverê dijwar bûye di dema pêşveçûna şervanên HSDê de 8 şervanên wan birîndar bûne û çend çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin û birîndakirin, lê ew hejmar hêj nehatiye zanîn.


Dihat hêvîkirin ku operasyona herî dawî li dijî paşmayên DAIŞê herî zêde di heyama 2 rojan de bi dawî bibe, lê ji ber berevaniya DAIŞê dibe ku operasyon heta çend rojên din jî berdewam be.


Roja 9ê Sibata 2019an hêzên HSDê xelkên sivîl û beşek ji çekdaran ku xwestin xwe radest kirin, ji wê derê derxist. Lê beşek ji çekdaran li cihê xwe mane û xwe ji bo şerekî giran amade kiriye.


Bi têkbirina wan çend çekdarên mayî yên DAIŞê, êdî DAIŞ li Rojhilatê Ferat û navçeyên li jêr destê HSDê namîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst