Îslamiyên radîkal Rûsya tehdîd kirin: Emê di nav 2 rojan de bersiv bidin!

 

Jenêv (Rûdaw) – Fermandeyê giştî yê çekdarên rêxistina bi navê “Ceyiş el Îslamê” li Sûriyê, Mihemed Elûş gef li Rûsyayê xwar û got, dê “du rojên din” bersiva êrişên Rûsyayê bidin. Elûş her wiha êrişî civaka navdewletî kir û got, civaka navdewletî heta niha li hember gelên Sûriyê rûreş bûye.

Endamê şanda opozîsyona Sûriyê di civîna Jenêvê de û fermandeyê giştî yê çekdarên Ceyiş el Îslamê, Mihemed Elûş li bajarê Jenêvê derheqê helwesta civaka navdewletî li hember gelên Sûriyê ji Rûdawê re got, ez ji karnameya civaka navdewletî li hember gelên Sûriyê razî nînim ji ber ku heta niha jî civaka navdewletî li hember gelên Sûriyê rûreş e.

Mihemed Elûş, li ser wê yekê ku hikûmeta Sûriyê rê daye alîkariyên mirovî derbasî bajarokê Meizemiyê li nêzîkî Şamê bibin, jî got, ew tenê ji bo serkutkirina dengê gelên Sûriyê hatiye kirin.

Elûş li ser êrişên Rûsyayê yên li dijî rêxistinên îslamî yên radîkal jî ragihand, dê di nav “du rojên bê” de bersiva wan êrişan bidin.

Rêxistina Ceyiş el Îslam, ji 50 kom û grûpan pêk hatiye û hejmara çekdarên wê jî derdora 12 hezar in. Ceyiş el Îslam ji aliyê Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyê ve tê piştevanîkirin.

Navenda sereke ya hêzên Ceyiş el Îslamê jî, devera Xûte ya nêzîkî Şamê ye û li dijî rêjîma Sûriyê û DAIŞê şer dikin.