Vîdyo/Sûriyê 2 bajarokên Helebê girt – 14 pasdar hatin kuştin!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên hikûmeta Sûriyê bajarokên Nubul û Zehra yên Helebê ji destê çekdarên radîkal derxistin. Tê gotin di wî şerî de gellek pasdarên îranî hatine kuştin.

Hêzên rêjîma Sûriyê karîn bi alîkariya balafirên Rûsyayê, bajarokên Nubul û Zehra, ku xelkê wan hemû şîe ne, ji destê çekdarên El Nusra derxînin.

Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê jî ragihand di wî şerî de 64 leşker û milîsên alîgirên rêjîma Sûriyê û zêdetirî 100 jî çekdarên El Nusra û hevalbendên wê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên wê saziya Sûrî, di nav kuştiyan de 14 pasdarên îranî jî hene ku yek ji wan fermandeyekî pilebilind e.

Bajarokên Nubul û Zehra, ku girêdayî bajarê Helebê ne, ji sala 2012ê ve ji aliyê hêzên El Nusra û hinek rêxistinên din ên îslamî ve hatibûn girtin.  

Malpera farsnewsê ya îranî jî, ku nêzîkî hêza Pasdaran a Îranê ye, ragihandiye, piştî ku bajarokên Nubul û Zehra hatin standin, hêzên artêşa Sûriyê, pasdarên Îranê, milîsên şîe yên Iraqê û çekdarên Hizbullaha Libnanê li nav bajêr bicîh bûne.

Wê malpera îranî hinek wêne jî belav kiriye ku nîşan didin komek kes li nav bajarê Nubul kom bûne û rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin.