RÛDAW TAYBET - Hîn Maye: Esed ji hundir ve rûxiya

04-01-2025
HÊVÎDAR EHMED
Hêvîdar Ehmed\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Hêvîdar Ehmed\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şam Beşar Esed HTŞ Sûriye
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Li Sûriyeyê, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û komên çekdar ên di bin serkirdayetiya wê di nava 12 rojan de paytexta Şamê kontrol kirin û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji ser desthilatê dûr xist.

Rejîma Esed çawa di demeke ewqas kurt de hat rûxandin, di rojên dawî yên desthilata wî ya li Şamê de çi qewimî û li dû xwe çi hişt? Rûdaw li Şamê li bersiva van hemû pirsên balkêş geriya.

Rojnamegerê Rûdawê Hêvîdar Ehmed bû şahidê bûyerên ku berî rûxandina rejîma malbata Esed a 53 salan bi demeke kurt li Şamê qewimîne.

Hêvîdar Ehmed dîmênên wê salona ku Beşar Esed civîna dawî bi rayedarên xwe re lê kiribû tomar kir, hevdîtin bi serokwezîrê dawî yê Sûriyeyê Mihemed Celalî re kir, çû Daîreya El Muxaberatê ya ku qutiya rejima Esed bû û efserên Esed û endamên HTŞyê dîtin û ji şêniyên Şamê pirsî bê ka çi qewimiye.

Ha ev e bernameya taybet a "Hêşta Mawetî" (Hîn jî Maye) ya ku li Televizyona Rûdawê hat weşandin û rastiyên li ser Sûriye û rejîma Esed eşkere dike.

Berê min bihîstibû Şam bajarekî xweş e; bi ecêbmayînê min temaşe kir, li nava wî bajarî de geriyam, tevî ku ji ber şer beşek jê wêran bûye lê dîsa jî bajarekî xweş e.

Beşar Esed nû rûxiyabû, ez di germiya bûyeran de gihîştim Şamê, min şop û nîşanên şer û berxwedaneke kêm didîtin. Otomobîlên leşkerî li ser kolanan ketibûn lê xistibûn.

Ez çûbûm da ku li bersiva pirsekê bigerim ku her kesî ev pirs dikir lê hîn bersiva wê baş zelal nebûye, çi kir ku yek ji hêztirîn desthilatên herêmê, wiha bi hêsanî rûxiya? Esed û yên herî nêzîkî wî reviyane, kesê ku niha bersiva wê pirsê bide, mirovek e ku li Şamê nemaye.

Mihemed Celalî, serokwezîrê herî dawî yê serdema Esed bû li Sûriyeyê. Ez cara yekem li Şamê çûm mala wî. Nîv saet rê meşiyam heta ku gihîştim çawa ku min zengila mala wan lêda.. Wan ez vexwendim.

Pirsa ku her kes meraq dike: Rejîm çawa ewqas hêsan rûxiya?

Min berê bihîstibû ku Şam bajarekî xweşik e. Bi heyret min temaşe kir û li bajêr geriyam. Her çi qasî ji ber şer beşek jê wêran bûbe jî, hîn bajarekî xweş e.

Beşar Esed nû hatibû rûxandin û ez di wê demê de gihiştim Şamê. Min şop û nîşanên şer û berxwedanê didîtin. Li kolanan wesayîtên leşkerî yên ku hatibûn hedefgirtin xuya dikirin.

Ez ketibûm dû bersiva pirsekê ku her kes dipirse lê hîn bersiveke zelal jê re tune:

Yek ji desthilatên herî xurt ên herêmê çawa ewqas hêsan rûxiya? Esed û derdora wî ya nêzîk reviyabûn. Kesê ku dikare bersiva vê pirsê bide êdî li Şamê nîne.

Serokwezîrê dawî yê rejîma Esed axivî

Muhemed Celalî, serokwezîrê dawî yê serdema Esed bû. Li Şamê pêşî ez çûm mala wî. Piştî rêwîtiya nîv saetî ez gihîştim, bi dengkirina zengila derî re ez vexwendim hundir.

Hevjîna wî ku endezyar e, keseke rûken bû. Malbata serokwezîr di xaniyekî 150 metreqareyî de dijîn. Dema ez ketim hundir min Serokwezîrê berê Muhemed Celalî dît, sade û mêhvanperwer bû.

Serokwezîr got, "Ez nizanim çi tê serê Sûriyeyê, ji ber vê yekê ez ne li gel tomarkirina vîdyoya hevpeyvînê me lê ez dê bersiva hemû pirsên we bidim."

24 saetên saetên dawî yên rejîmê:

Dema min pirsî "Çi qewimî?"got: "Artêşa Sûriyeyê têk çû û şervanên Heyeta Tehrîr El Şamê piştî nîvro di saet duduyan de ketin Şamê."

Muhemed Celalî di vê hevpeyvînê de 24 saetên berî ketina Esed vedibêje (Ji 08:00ê sibehê 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta 08:00ê sibehê 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an).

Roja şemiyê 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an civîna awarte ya Encûmena Wezîran hat lidarxistin. Bajarên Heleb û Hema ji aliyê komên Heyeta Tehrîr El Şamê ve hatibûn kontrolkirin.

Wezîrê Parastinê li odeya operasyonê bû, rewşa welêt gelekî tevlihev bû û nekarî beşdarî civînê bibe. Serokwezîr heta saet 06:00ê êvarê li ser kar bû. Belgeyên fermî îmze kiribûn û hîn jî hêviyek hebû ku Şam û Esed dê nekevin.

Hevdîtinên dawî û destpêka rûxînê

Êvarê saet 06:00an hevdîtina bi telefonê ya di navbera Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê general Elî Ebas û Mihemed Celalî re her tişt guherî.

Dengê Wezîrê Parastinê û şêweya axaftina wî ne dengê kesekî bû ku bi xwe bawer e lê dengê kesekî bû ku pê hesiyaye cihê wî hêdî hêdî hildiweşe.

Serokwezîr: Çi bû, rewş çawa ye?

Wezîrê Parastinê: "Min rewş ji Serok Beşar Esed re bi temamî anî zimên û tablo bi awayekî zelal derxist holê. Ez nikarim derewan li serok bikim."

Rêveberiya Esed bawer dikir ku hêzên wan hene ku ti hêz û gef nikarin hilweşînin lê tiştê ku Wezîrê Parastinê dizanîn hîn kesên din ewqasî bi zelalî nedizanîn, desthilata wan nêzîkî dawiyê dibû.

Di vê hevdîtina telefonî de Wezîrê Parastinê ji Mihemed Celalî re dibêje ku ew şaş maye ku artêş ewqas hêsan paş ve dikişe û şer nake. Paşê telefon tê girtin.

Piştî vê hevdîtinê serokwezîr vedigere mala xwe. Ji vir û pê ve tê çaverêkirin ku tenê dengê çekên leşkeran li ser paşeroja Sûriyeyê biaxivin.

Wezîrê Karên Navxwe di televîzyonê de diaxive û rastî

Demjimêr 19:15an de Wezîrê Karên Navxwe Muhammed Rehmûn diçe bajar û li televîzyona Sûriyeyê ya girêdayî rêveberiya Esed xuya dibe.

Wezîrê Karên Navxwe dibêje: "Rewş aram e, ne hewce ye ku xelk bifikire, em li Şamê bi qasî Çiyayê Qasyûnê xurt in. Artêş dê bi her awayî parastinê bike."

Şev demjimêr 20:00an de telefoneke din ji serokwezîr re tê, vê carê wezîrê karên navxwe ye. Gotinên di vê axaftinê de ji yên Wezîrê Parastinê bêhtir metirsîdar in.

Wezîrê Karên Navxwe: "Rewş ji ya ku me difikirî gelekî xirabtir e, artêş hildiweşe û hêza wê ya parastinê nemaye."

Serokwezîr: "Te çend deqe berê di televîzyonê de got ku rewş baş e û di bin kontrolê de ye."

Wezîrê Karên Navxwe: "Ew ji bo xelkê bû!"

Esed heta dawiyê rastî qebûl nekir

Şev demjimêr 23:00an de serokwezîr cara dawî bi Beşar Esed re diaxive. Ev axaftina telefonê, dê biba rastiya ku desthilat li ber çavan bi dawî dibe lê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed hîn jî ev rastî qebûl nedikir.

Muhammed Celalî: "Cenabê Serok, xelk bi awayekî nedihat hêvîkirin ji Humsê direve, tirs û xof heye, artêş berdewam bipaş ve dikişe."

Serokwezîr Celalî dibêje ku Beşar Esed di telefonê de demekê bê deng ma û piştre got "Erê erê..."

Esed: "Ev xelk dixwaze biçe ku derê? Ma cihekî wan heye ku biçinê?"

Serokwezîr: "Pirsgirêk ew e ku ew ketine nava tirsê, fikar û xofê, ev ji wê yekê mezintir e ka ew diçin ku derê."

Serokwezîr dibêje ku di vê axaftinê de gelek tişt hebûn ku nikaribû bibêje. Ji ber ku Serok kesekî hêrs dibû, rêz ji kesî re nedigirt û gotinên xerab ji devê wî derdiketin.

Ji ber vê yekê tirsa wî ya ji hêrsa Beşar Esed ji tirsa wî ya ji Heyeta Tehrîr El Şamê mezintir bû.

Beşar Esed bi şaşmayî ji serokwezîr dipirse: "Xelk çima ditirse?" Gotina Esed a dawî ji serokwezîr re ev e:

 "Baş e, bila sibê em binêrin ka dê çi bibe."

Artêş hêdî hêdî ji kolanên Şamê direve

Tirsa serokwezîr her ku diçe zêde dibe. Demjimêr 04:00ê sibehê du caran hewl dide bi rêya Serokatiya Komarê ya Sûriyeyê bi Beşar Esed re biaxive. Lê heta deng li zengila dawî jî dide kesek bersivê nade.

Li Qesra Gel û Serokatiya Komarê ti kes tune. Beşar Esed û tevahiya rêvebiriyê winda bûne.

Demjimêr 05:00ê sibehê telefonek ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe ve ji serokwezîr re tê.

Di vê carê de behsa rewşa Şamê û artêşê nake. Wezîrê Karên Navxwe di vê axaftinê de ji serokwezîr eşkere dike ku bizmarê dawî li tabûta desthilata Esed hatiye xistin. 

Wezîrê Karên Navxwe: "Her tişt bi dawî bû, ez diçim Sahilê, şîreta min ji te re ew e ku xwe rizgar bike û here..."

Serokwezîr: "Ez narevim û naçim ti derê, ez dê li Şamê bimînim."

Li kolanên Şamê, tank û wesayîtên zirxî yên ku sembolên hêza desthilata Esed in, tên dîtin. Li ser hin wesayîtan şopên şer hene û hin jî wisa dixuyin ku qet nehatine bikaranîn.

Xuya ye ku hilweşîn beriya têkçûna leşkerî ji hundir dest pê kiriye.

Li her kolana paytextê tê axaftin ku rejîma Esed hatiye rûxandin. Leşkeran, dema fahm kirin ku Beşar Esed êdî têk çûye û ne hakimê Sûriyeyê ye, cilên xwe yên leşkerî avêtin û bi cilên sivîl xwe rizgar kirin.

"Civîna tirsê"

Li Şamê di 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, Beşar Esed bi Wezîrê Parastinê û fermandarên payebilind re civînek pêk anî da ku li ser parastina Şam û desthilata xwe gotûbêjê bike.

Me lêkolîn kir ka ev civîn li ku derê pêk hatiye û çi hatiye axaftin.

Li gorî agahiyên hatine piştrastkirin, civîn li Serfermandariya Giştî ya Artêşê pêk hatiye. Beşar Esed bi fermandarên payebilind ên artêşê re di saloneke biçûk de civiya ye. Di civîna ku bi tirs û endîşe derbas bûye de çawaniya parastina Şamê hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê dizanibû ku rûxîna rejîmê gelekî nêzîk e, heta beriya ku ev civîn bi dawî bibe, rejîm bi dawî bûye... Tenê çend saet mabûn, ji ber ku artêş têk çûbû û êdî rejîma Esed nediparast.

Efserên ku ji artêşê re xizmet kirine axivîn

Artêşa Sûriyeyê ji ti artêşeke biyanî re bindest nebû, di nava xwe de têk çû û hilweşiya. Di artêşê de gendelî heta hestî û movikan çûbû û leşkeran baweriya xwe bi rayedaran winda kiribû.

Efser Esed Seîd 34 salan di artêşa Sûriyeyê de xizmet kiriye û parastina Hafiz Esed û kurê wî Beşar kiriye. Min ew li kolaneke Şamê dît. Min xwest ji devê wî bibihîzim ka çima bi rastî artêşê rejîma Esed neparast.

Hevîdar Ehmed: Çima rejîm hilweşiya? Çima artêş di rewşekê de nebû ku parastina welêt bike?

Efser Esed Seîd: Ji sedî 99ê artêşê ji birçîbûnê dimirin, tenê çend kesan têr dixwarin. Birçîbûneke tirsonek hebû, meaş têrê nedikirin, hûn bixwe bûna we dê çi bikira?

Ev efserê ku li yek ji heremên herî xizan ên paytextê bi zarokên xwe re dijî, venşêre ku li Sûriyeyê jiyan ji bo wan pir zehmet bû.

Hevîdar Ehmed: Mala te çend ode ne?

Efser Esed Seîd: Sê ode ne.

Hevîdar Ehmed: Ev odeya mêvanan e? Ev jî makîneya dirûtinê ye..

Efser Esed Seîd: Ji bo xebatê ye.

Hevîdar Ehmed: Ev a te ye? Tu efserî lê kar dikî?

Efser Esed Seîd: Ez li ser vê makîneya dirûtinê dixebitim. Ji ber ku zarokên min hene û ez nikarim wan xwedî bikim.

Hevîdar Ehmed: Ji bo ku tu pereyan qezenc bikî?

Efser Esed Seîd: Erê.

Hevîdar Ehmed: Tu di artêşê de efser bûyî?

Efser Esed Seîd: Erê.

Hevîdar Ehmed: Ka cil û bergên te yên leşkerî? Ka nîşanên te?

Efser Esed Seîd: Min nîşan şewitandin. Hatibûn bêrûmetkirin!

Hevîdar Ehmed: Kengî te fêm kir ku kar qediya?

Efser Esed Seîd: Berî du sê mehan min hest dikir ku dê rewş wiha bibe. Bihayê her tiştî bilind bûn û meaş tenê têra du sê rojan dikir. Divê em çi bikin? Em çi bikin? Divê em çi bikin?

Çi hat serê artêşa Sûriyeyê?

Em ji mala wî efserê Sûriyeyî yê belengaz derketin. Piraniya efser û leşkerên din jî bi heman awayî dijîn. Li nêzî mala wî em rastî efserekî din ê Sûriyeyî yê bi rûtbeya eqîd hatin. Wî jî 35 sal di artêşê de xizmet kiriye. Ew bi berfirehtir ji me re behsa demên dawî yên rejîma Sûriyeyê û rewşa artêşê dike.

Hevîdar Ehmed: Heta van rojên dawî jî hûn di artêşê de bûn, çi bi artêşa Sûriyeyê hat? Çima welatê xwe neparast?

Eqîd Elî Xedoc: Ferman hat ku em dev jê berdin û vekişin.

Hevîdar Ehmed: Ferman ji ku hat?

Eqîd Elî Xedoc: Ji Fermandariya Sererkaniyê, ji Fermandariya Yekîneyê.

Hevîdar Ehmed: Hûn li kîjan deverê bûn?

Eqîd Elî Xedoc: Li Qabûnê.

Hevîdar Ehmed: Gotin şer nekin?

Eqîd Elî Xedoc: Gotin kî dixwaze biçe bila Xwedê alîkarê wî be. Kî dixwaze here bila Xwedê alîkarê wî be.

Hevîdar Ehmed: Ev kengî çêbû?

Eqîd Elî Xedoc: Nêzî saet 01:30 - 02:00ê şevê bû. Yan jî sibehê şemiyê ferman da. Ew vegeriya baregehê. Leşkeran cilên sivîl li xwe dikirin û diçûn, min jî cilên sivîl li xwe kirin û derketim.

Hevîdar Ehmed: Hûn hemû?

Eqîd Elî Xedoc: Wekî ku min got, eger we pere neda, kesî nikaribû pile bigirta.

Hevîdar Ehmed: Çiqas pere didan?

Eqîd Elî Xedoc: Ji bo ku we pile bigirta, divabû we 300 milyon bida. Dema ku we pile digirt, we dest bi diziyê dikir heta ku we ew 300 milyon bidest dixist û yên mayî jî ji zarokên xwe re dihişt.

Hevîdar Ehmed: We got 300 milyon ji bo generaliyê. Ji bo pileyên bilindtir çiqas didan?

Eqîd Elî Xedoc: Eger hûn bibûna fermandarê tûmenê divabû we 500 milyon bida.

Hevîdar Ehmed: Wan pere didan kê?

Eqîd Elî Xedoc: Didan hêzên ewlehiyê yan jî navbeynkarên rejîmê yên ji wan bilindtir. Ev tişta ku ez dibêjim rast e. Ev rastî ye. Gendelî roj bi roj zêde dibû û civakê ji rewşa xwe nifir dikir.

Elewiyan xayintî kir?

Em diçin herêma Şelawerê ya Şamê ku piraniya şêniyên wê ji Elewiyên ser bi eşîra Beşar Esed e. Ev kes ji bo ku di rojên reş de piştgiriya rejîma Esed û malbata wî bikin, ji gundên Elewiyan ên Laziqiyê anîbûn paytext. Piştî ku Esed çû, belkî jî ji tirsa paşerojê aliyê xwe guhertin.

Eger ez bipirsim "hûn mirovên Esed bûn?", yekser înkar dikin û dest bi eşkerekirina sirên malbata Esed dikin.

Muhsîn Ebdo: Ez malnişîn im  û 250 hezarî werdigirim û ev dike 15 dolar. Birayê min, ev eşîrên Elewî yên ku tu dibînî, piraniya wan ji endamên eşîrê pêk tên ku di nav kampên ku ti kes qebûl nake tê de bijîn dimînin û di nava xizaniyê de dijîn.

Welatiyê Elewî yê Sûriyeyî: Bazirgan ji bo ku 10 qezenc bikin, mecbûr bûn 9 bidin. Bazirgana didan kê? Didan malbata Esed, malbata Mexlûf, malbata Hesen...

Hevîdar Ehmed: Tiştên ku hûn dibêjin ji sedî sed rast in?

Welatiyê Elewî yê Sûriyeyî: Erê, ji sedî sed.

Hevîdar Ehmed: We bi hemû hêza xwe piştgiriya rejîmê kir.

Ziyad Selum: Ev yek sepandinek bû. Bibore mamoste. Eger hûn di nava wan de bijyana... Rast e! Bisekine! Bisekine mamoste! Eger hûn di nav wan de bijyana, li vê herêmê bijyana, hûn dê neçar bimana ku li dijî îradeya xwe wê biparêzin. Ji ber ku heke we neparastiba, zarok, jin, mal û malbata we dê di bin gef û metirsiyê de bûna.

Muhsin Ebdo: Yan dê serê we jêbikirana yan jî hûn dê di bin piyê wan de bûna. We dê kîjan hilbijarta? Piyê wan yan şûr?

Hevîdar Ehmed: Ma rêya navîn tune bû?

Muhsin Ebdo: Helbet rêya navîn tune bû.

Ti tişt wekî xwe nema

Li Meydana Emewî hemû peykerên Beşar Esed û bavê wî hatine hilweşandin. Peyker li mirovan dinêrin, nikarin ti tiştî bikin.

Kalemêrek li ser peykera Esed diçe û tê pêl peyker dike. Peyker bê deng û bê hêz e. Mirov van dîmenan wekî guhertineke dîrokî ya mezin tomar dikin.

Navenda herî tirsnak a desthilata Esed

Ez çûm navenda herî tirsnak a desthilata Esed. Ev der li Şamê Navenda El Muxaberet a Sûriyeyê ye ku bi navê Muxaberata Daîreyê tê zanîn. Tenê navê wê di mejiyê xelkê de cihekî tirsnak girtiye. Ev der hertim bûye cihê tirs, gef û windakirina mirovan.

Hemû kesên ku di vê rêxistinê de dixebitin ji kesên ku ji hemû fîlterên ewlehiyê yên rejîma Esed derbas bûne, pêk dihatin. Endamên HTŞyê ku nû gihiştine ber deriyê rêxistinê, dibêjin beriya ku bigihêjin paytextê bi karmendên Îstixbarata Sûriyeyê re ketine pêwendiyê.

Dema ku em ketin avahiya îstixbaratê, leşker em yekser birin girtîgehên binerdê. Bi hezaran mirov li vir hatine girtin.

Li bin bajarê Şamê baregeheke veşartî heye.

Sûc û şopên şkenceyê yên di girtîgehê de eşkere dikin ku Esed qet dilovanî bi gelê xwe nekiriye. Ev endamê HTŞyê dixwaze belgeyên veşartî yên ku Esed bi salan veşartibûn û niha bûne xwelî û kiryarên mirovên Esed nîşanî me bide.

Hevidar Ehmed: Ma pêwendiya we bi karmendên îstixbaratê re çêbû?

Endamê HTŞyê: Erê pêwendiya me hebû, me bi wan re hevahengî dikir. Di dawiyê de baweriya wan bi hevdû nema. Hinekan bi dizî xwe veşart û çûn hinek jî heta ku dîtin em nêzîkî wan in, ji tiştên diqewimîn bêxeber bûn!

Endamê HTŞyê: Berî ku birevin, piraniya baregehên Şamê, depo û beşên girîng û hemû kaxezên biçûk şewitandin.

Hevidar Ehmed: Ma tiştekî neşewitî nema?

Endamê HTŞyê: Na, tiştek nema. Ev in komputer.

Hevidar Ehmed: Hemû komputer in?

Endamê HTŞyê: Hemû belgeyên veşartî, çi tiştê veşartî hebû şewitandin.

Hevidar Ehmed: Berî ku birevin?

Endamê HTŞyê: Eger hûn niha vir bikşînin, hûn dê bibînin ku ev hemû komputer, kaxez û beşên veşartî çawa şewitîne.

Hevidar Ehmed: Tu rastî belgeyeke ku tu lê şaş mayî hat?

Endamê HTŞyê: Min defterek dît ku li ser "Artêşa Sûriyeyê" hatibû nivîsandin û ez şaş mam. Nivîsîbû "Hevalê min Mistefa", yanî li ser hevalê xwe rapor dabû.

Hevidar Ehmed: Ma Mistefa di heman ofîsê de dixebitî?

Endamê HTŞyê: Erê hevalê wî bû, di heman ofîsê de dixebitin lê ev tişt li ser wî nivîsandibû.

Piştî nemana Beşar Esed

Gelê Sûriyeyê piştî rûxana rejîmê azadiyê hîs dike ku demekê bi agir û hesin ji wan hatibû standin.

Xelk ji bo standinê nan hewl didin lê li ser rewşa nû ya vî welatî tiştekî din dibêjin ku ev tişt ji bo wan bi qîmet e.

Welatiyekî Şamî li taxa Rukneddînê ya navenda Şamê ku wekî herêma Kurdan tê nasîn, bi çend kesên din re li ser azadiyê diaxive: "Azadî ji her tiştî hêjatir e. Azadî ji her tiştî hêjatir e. Azadî ji her tiştî hêjatir e."

Guherîna rejîma Esed pir buha bû. Gelê Sûriyeyê ji bo guherîna rejîma Esed pere û demên xwe xerc kirin. Li hember van hemûyan nizanin kî dê li şûna Esed were û çi dê biguhere.

Rojên dawî yên Esed ne tenê dawiya kesekî yan desthilatekê bûn. Her wiha dawiya otorîteyeke tije tirs û mirin bû. Şam di bin vê desthilatê de jiya û bû şahidê rojên wê yên dawî. Sûriyeya nû êdî ne Sûriyeya kevn e. Hîn jî kes nizane ev lêgerîna nasnameya din a li vî welatî û çîroka Sûriyeyê dê ji aliyê kê ve were nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst