Rûsyayê êrişên xwe li Idlib û Helebê zêde kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bi gumana hebûna grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê firokeyên Rûsyayê rojane çewlikên mirîşik û ajelan li navçeyên rojhilat, rojava û başûrê Idlibê û rojavayê parêzgeha Helebê ya Sûriyê bordûman dikin.

Li gor Berevaniya Sivîl (Kumsipiyan) ev pênc roj in firokeyên Rûsyayê bi dijwarî çewlikên mirîşkan li Kefir Texarîm li Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê bordûman dikin.

Serokê Tîma Berevaniya Sivîl a Ermenazê Ubade Zikrî dibêje "Firokeyên Rûsyayê derdora bajarokê Kefir Texarîm bi sê êrîşan kirin armanc, du ji wan êrîşan bo ser vê çewlika mirîşkan bû û yek bo ser çewlikeke li rojhilatê Kefir Texarîm bû, di encam de zarokek birîndar bû, malbatan evder bicîh hiştin, avahiyê bi giştî zerar dît û bi hezaran çîçik mirin."

Bi gotina Berevaniya Sivîl a Kumspiyan di çend mehên borî de çewlikên mirîşk û çêlekan li bajarokên Mearet Misrîn, Kefir Texarîm û Cisir Şixûr li parêzgeha Idlibê û Daret Ezze li rojavayê Helebê ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve hatine armanckirin, di encamê de bi hezaran mirîşk û dehan çêlek jinav çûne.

Di vê derbarê de, Serokê Navenda Resid a Lêkolînên Stratejîk, Doktor Ebdullah Esad tekez dike ku armancgirtina çewlikan li navçeyên opozisyonê li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê ne tiştekî bêserûber e. Navborî eşkere dike ku Rûsya di wê baweriyê de ye, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê wan çewlikan wek cebilxane û cihên meşq û rahênê bikar tînin, lewra firokeyên Rûsyayê wan dikin armanc.