HELEB - HTŞyê welatiyekî Kurd ê Efrînî kuşt
Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) li Helebê welatiyekî Kurd di nava mala wî de kuştin.
Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) roja duşemê welatiyê Kurd Ebdo Ebdulmenan Ebdullah li navçeya Waheyê ya Helebê di nava mala wî de ew kuştin.
Dema ku çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ketibûn mala welatiyê navborî, nîqaşeke tund di navbera wî û çekdaran de derketibû û di encamê de, çekdaran li wî dabûn heta ku ew kuştin.
Ebdo Ebdulmenan Ebdullah xelkê gundê Qitmê yê Efrînê ye.
Ew ji ber dijîtiiya Hikûmeta Sûriyeyê 8 salan di Zindana Seydayê de girtî mabû.
Piştî êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li Şehbayê ji roja duşemê ve karwanên koçberan ji wê navçeyê derdikevin.
Beşek ji koçberan diçin herêmên Rêveberiya Xweser û beşek jî diçin herêma Efrînê.
Şerê li Heleb û Îdlîbê
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.
Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.
Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.