Koçberên Sûriyeyê li ber serma û baranê mane

03-12-2023
RÛDAW
Koçberên kampan ji ber zivistanê dinalînin
Koçberên kampan ji ber zivistanê dinalînin
Nîşan Îdlib Kampa Sikkeyê Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Sûriyeyê bi hatina zivistanê re, bi hezaran koçber ji ber çadirên riziyayî, di bin serma û baranê de mane.

Li gorî Komisyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ji ber şerê navxwe ji 2011an ve, li cîhanê mezintirîn krîza koçberbûnê li Sûriyê çêbûye.

Li Sûriyeyê 13 milyon kes çi li nav welat û çi ji bo derveyî welat derbider û koçber bûne.

Koçberên li Kampa Sikkeyê ya li bakurê parêzgeha Idlibê li ber serma û baranê dinalînin û ew hawara xwe digihînin aliyên peywendîdar.

“Jiyana me kambax e”

Koçberê Sûriyeyî Hacî Mihemd got, “Eger niha berf bibare ev çadira riziyayî bikêr nayê.

Dema çadireke nû hebe em dikarin bibêjin hêja ye. Çadira me riziyayî ye, lewra jiyana me kambax e."

57 astengdar hene

Li Kampa Sikkeyê 265 malbat di nav 250 çadirên riziyayî de dijîn, di nav wan de 57 astengdar hene.

Koçber Um Ibrahîm Elwanê jî got:

"Ji dema em koçber bûne ve ti kesekî çadir nedaye me û alîkarî jî neda me.  Çadir me bi xwe  ji xwe re kirîne lê niha riziyane û bi ser me de dilopan tên.

Tiştek li ba min nîne xwarinê li ser çêbikim. Tenê nan didin me, şînkayî bi dest ma nakeve."

Ji aliyê xwe ve, rêxistinên mirovî li bakurê Sûriyeyê daxwazê ji ajansên navdewletî dikin ku çadirên nû ji bo koçberên kampan dabîn bikin da ku wan ji sir û sermaya zivistanê biparêzin.

Çalakvanê karûbarên xêrxwaziyê Ehmed Rehal jî got:

"Li bakurê rojavayê Sûriyeyê nêzîkî 2 hezar kamp, sitargeh û kampên bêserûber hene.

Li nav wan zêdeyî 2 milyon koçber dimînin û zêdeyî nîvê wan jin û zarok in.

Herwiha zêdeyî 80 hezar astengdar hene û ji ber ku çadir rizî ne û çend sal in nehatine guhertin hemû di rewşeke gelekî xirab de dijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst