Li Sûriyeyê cotkaran berê xwe daye çandiniya mûzan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Tertûsê ya rojavayê Sûriyeyê, hin cotkaran ji ber mesrefa kêm berê xwe daye çandiniya mûzan.

Cotkar hêvî dikin, pêdiviya bazara xwecihî bicih bînin û bigihêjin wê astê ku mûzan hinardeyî derveyî Sûriyeyê bikin.

“Çandiniya mûzan roj bi roj zêdetir dibe”

Endazyarê Çandiniyê yê Tertûsî Ehmed Faris Şemme got, “Bê guman çandiniya mûzan roj bi roj zêdetir dibe.

Em dikarin bigihîjin rojekê ku berhem têra pêdiviya bazara xwecihî bike û em hêvî dikin hawirdekirina mûzan kêmtir bikin.

Ev yek jî wê piştgiriya aboriya welat bike û herwiha em bigihîjin qonaxekê ku em tê de mûzan, bi nirxine guncaw, hinarde bikin.

Kalîte û qebareyeke baş li cem me heye.”

Cotkarekî ji bajarê Banyasê yê parêzgeha Tertûsê, sedema çandiniya mûzan, bi wê yekê ve girê dide ku têçûya vî corî ji corên berhemên din ên çandiniyê kêmtir e.

“Têçûya wan ji ya berhemên din kêmtir e”

Nadir Himêdî ku li bajarê Banyasê xwediyê zeviyeke mûzan e wiha anî ziman:

“Me mûz çandin, ji ber ku me dît têçûya wê ji têçûya beşên din ên çandiniyê kêmtir e.

Spas ji Xwedê re, me encamên baş bi dest xistin û berhem jî baş bû. Ez hanê didime her kesî ku mûzan biçînin.”

Li gorî raporên medyaya Sûriyeyê, bi sedema daketina nirxên corên din ên çandiniyê, berawird bi têçûya wan, êdî cotkaran berê xwe daye çandiniya mûzan ku bi nerîna wan sûda wê bêhtir e û têçûya wê kêmtir e.