Îdlib: Koçberên ku li kampan dimînin di rewşeke xirab de dijîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îdlibê koçberên ku li kampan dimînin di rewşeke xirab de dijîn.

Li Kampa Sikeyê yê bakurê parêzgeha Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê bi hatina zivistanê re, bi hezaran koçber ji ber konên riziyayî, serma û baranê dinalin û hawara xwe digihînin aliyên pêwendîdar.

Koçberê bi navê Hacî Mihemed li ser rewşa xwe got:

“Eger niha berf bibare ev kona riziyayî bikêr nayê. Dema koneke nû hebe em dikarin bibêjin hêja ye. Çadira me riziyaye, lewma jiyana me kambax e.”

Li Kampa Sikeyê 265 malbat di nav 250 konên riziyayî de dijîn, di nav wan de 57 astengdar hene.

“Tenê nan didin me”

Koçbera bi navê Um Îbrahîm Elwanê jî anî ziman:

“Kesî ne kon dane me û ne jî alîkarî, em derbider bûne, me kon ji xwe re kirîne, riziya ne û bi ser me de dilopan dikin.

Tiştek li ba min nîne ku ez xwarinê li ser çêbikim. Tenê nan didin me, şînkayî bi dest me nakeve.”

Rêxistinên mirovî yên li bakurê Sûriyeyê daxwazê ji ajansên navdewletî dikin ku konên nû ji bo koçberan dabîn bikin da ku wan ji sir û sermaya zivistanê biparêzin.

Çalakvanê karûbarên xêrxwaziyê Ehmed Rehal got:

“Li bakurê rojavayê Sûriyeyê nêzîkî 2 hezar kamp, stargeh û kampên bêserûber hene, li nav wan zêdeyî 2 milyon koçber dimînin, zêdeyî nîvê wan jin û zarok in, zêdeyî 80 hezar astengdar hene.

Ji ber ku kon riziyayî ne û çend sal in nehatine guhertin ew di rewşeke gelekî xirab de dijîn.”

Li gorî Komîsyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê navxwe ji 2011an ve, li cîhanê krîza herî mezin a koçberiyê li Sûriyeyê çêbûye ku 13 milyon kes koçber bûne.