Heleb: Di êrîşeke çekdaran de 5 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrîşeke çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin, balafirên Rûsyayê jî baregehên wan çekdaran li gundewarê Helebê bombebaran kirin.

Îro Pêncşemê 3ê Mijdara 2022an artêşa Tirkiyê bi 10 hawanan navçeya Til Rifet a ser bi herêma Şehbayê topbaran kirin.

Duh jî bi şev çekdaran li herêma çiyayê Şêx Eqîl li gundewarê Bakurê Helebê, êrîşî otombîleke artêşa hikûmeta Sûriyê kirin, di encamê de 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Piştre balafirên Rûsya li dijî baregehên çekdaran li bajarê Daret Izê li Helebê 3 êrîş pêk anîn.

Artêşa Sûriyê jî derdora gundê Kebaşîn Şêx Îsa li navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kirin.