Serokwezîrê Sûriyê: Sûriyê heta niha 16.5 milyar dolar zerer kiriye

03-10-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw)- Serokê hikûmeta Sûriyê, Wail Heleqî ragihand ku li gor nirxandinke destpêkê, rêjeya zerer û ziyanên Sûriyê ji destpêka aloziyan ve heta niha gihaştiye 16 milyar û 500 milyon dolar. 

Ajansa fermî ya rêjîma Sûriyê, SANA li ser zarê Heleqî veguhest ku ev zerer û ziyan di her du kertên hikûmî û taybet de bûne û dibe ku hîn jî zêdetir bibe. 

Heleqî ku li pêş parlemantoya welatê xwe diaxivî, aşkere kir ku hikûmeta wî projeyekê ji bo nûkirina ku bi şarezahî û karînên navxwe bê cîbicîkirin, amade dike. 

Heleqî diyar kir ku dibe Sûriye alîkariya diravî û hinek qerzan ji welatên ku bi gotina wî dostên Sûriyê ne werbigre û da zanîn, dema aramî û ewlekarî vegere Sûriyê dê pêvajoya nûavakirinê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst