Bazara Xan El-Herîr a dîrokî li Helebê

03-09-2021
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Bazara Xan El Herîr Sûriye Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazara Xan El-Herîr li Heleba Kevin piştî nûjenkirinê careke din deriyê xwe vekir. Ev bazara dîrokî ligel piraniya bazar û taxên Heleba kevin ji ber şerê navxwe di nvbera salên 2013an heta 2016an de rûbirûyî zerareke zêde bûbû, lê tevî nûjenkirina Xan El-Herîr, bazarê piraniya pîşekar û bazirganên xwe yên ku ji ber şer reviyane welatên cîran û Ewropayê, jidest daye.

Rêveberê parêzgeha Helbê bo geşepêdanê John Mixamiz dibêje “Di demekê de, hejamreke xwedî dikan li derve bûn û kesek nebû guh bide dikanên wan. Destpêkê zehmet bû li gel wan peywendiyê bikin ji ber li derve bûn, piştre hêdî hêdî hejmarek ji wan vegeriyan û hinekî din jî dikanên xwe dan dest xelkeke din.”

Li gor Endazyarê serperiştyarê karûbarên nûjenkirina Xan El-Herîr Husam Elhelebî, ev bazar li ser du qonaxan hatiye nûjenkirin. Yekem, Nûjenkirina jêrxanê û ya duyem, nûjenkirina tilarsaziyê. Ev di demekê de ye, ku hejmareke bazirgan û sermayedarên Xan El-Herîr li derve kargeh vakirine û zehmete careke din vegerin nav bazarê.

Cazirganê caw Ehmed Şêb got “Karûbarên jinûavakirinê bidawî bûn, û ev tiştekî zêde baş e, lê ne bes e, em dixwazin zariyên me vegerin û li nav firoşgehan dest bi karê xwe bikin. Kevir û dîkor ti karî nakin, mirov tenê kar dike. Eger zariyên me venegerin qet kar nabe. Zariyên me li Cezayir, Misir, Hewlêr û cihên din dimînin.”

60 firoşgehên bazirganî li nav bazara Xan El-Herîr dest bi karê xwe kirine. Ev bazar yek ji 37 bazarên kevnar ên Heleba kevn e. Heleb ku wek paytexta aborî û bazirganî ya Sûriyê tê naskirin, berî şer %60ê dahata aboriya Sûriyê lixwe digirt, di şerê navxwe yê Sûriyê de %60ê Heleba kevin wêran bibû.

Herwiha di şerê navxweyê Sûriyê de heta niha nêzîka 500 hezar kesî canê xwe jidest dane û zêdetirî nîvê xelkê vî welatî jî malên xwe bicîh hiştine. Zêdetirî %80ê xelkê Sûriyê li jêr hêla hejariyê dijîn, ku nêzîka 3 hezar 500 lîreyê Sûrî beramberî yek dolarî danûstandin ligel tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst