Hejmara penaberên Sûriyeyê 2 milyon derbas kir
Hewlêr(Rûdaw) - Komisyona karûbarên penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand :``hejmara penaberên Sûriyeyê li derve 2 milyon derbas kir``.
Li gor nûçeya AFP, serokê komisyonê Antonio Guterres got:`` Sûriyê bûye karesateke mirovî û koçberiyeke bê hempa di dîroka nû de li pey xwe aniye``.
Guterres diyar kir ku heta sibeha roja sêşemê, hejmara penaberên Sûriyê gihitşiye bêtirî 2 milyon penaber.
Ji aliyê xwe ev şandera taybet ya komisyona penaberan hişyarî da ku eger rewş li Sûriyeyê wiha berdewam be, dê hejmara penaberan zêdetir bibe û dibe ku hin welatên cîranê Sûriyeyê bigihin xala têkçûnê.
Li gora amarên komisyona penaberan 97% ji penaberên Sûriyeyê li Libnan, Urdun, Tikriyê û Başûrê Kurdistanê ne.
Komsiyonê her wiha got:`` her roj nêzîkî 5 hezar kes ji Sûriyê direvin``.