HELEB – Hêzên Esed şikestin û bajar li ser ketinê ye

03-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên dijberaya Sûriyê bo girtinaHelebê êrişeke berfireh dest pê kirin û çend taxên bajêr kontrol kirin. Hêzên Sûriyê û çekdarên Hizbullah ên alîgirê wê jî şikestin û paşde diçin.

 

Li gora çavkaniya Rûdawê, ji duh ve şerekî giran li bajarê Helebê diqewime. Cebheya Şamî ji odeya operasyonên Fetih li dijî artêşa Sûriyê li çend eniyan dest bi şer kiriye.

 

Li gor çavkaniya Rûdawê, şer li her çar mêhwerên taxa Elramûsê- taxa cemhiya Elzehraa- taxa Elraşidîn û taxa Elxalidiyê dest pê kiriye.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, di wî şerî de çekdarên dijbereya Sûriyê 500 topên cur bi cur li dijî artêşa Sûriyê û alîgirên wê ji hizbullahê û çekdarên Şîeyî bikar anîne.

 

Li gor agahiyan, di heman şerî de çekdarên koma dijbereyê ya Meaamil- biyût Mehenna, avahiyên avê- taxa Cemihiya ELzehra di destpêkê de kontrol kirin û piştre şerekî giran di navbera her du aliyan de li taxên Kerim Elcebel û Bistan Elbaşa derket.

 

Li gor agahiyên çavkaniya Rûdawê, Di encama wî şerê giran de ku hêj berdewam dike, di navbera artêşa Sûriyê û alîgirên wê de ji aliyekê û çekdarên dijbereyê ji aliyê din de, taxa Cemhiya Elzehra ji aliyê odeya operasyona Fetih ve hat kontrolkirin.

 

Li gor gotina çavkaniya Rûdawê, armanca dijbereya Sûriyê ew e ku hemû bajarê Helebê di vê operasyonê de, di meha Remezanê de kontrol bike.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst