Li Helebê êriş: Kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê îro berê sibehê Heleb bomberan kiriye û kuştî hene.

Medyaya Sûriyeyê li ser hejmara kuştiyan ti agahî nedan û got:

“Dijminahî bûye şehîdketina hinek kesan û xisara madî jî heye.”

Li aliyê din, çalakvanên herêmî didin zanîn ku di vê êrişê de 12 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

Medyaya nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê jî ragihand ku di vê êrişê de hinek cihên leşkerî yên li bajarokê Heyyanê yê Helebê bûne hedef.

Tê zanîn ku li Heyyanê gelek endamên Hizbulahê hene.

Li hêla din, ji aliyê Îsraîl û Sûriyeyê ve li ser vê êrişê ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Îsraîl piştî sala 2011an ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir hinek caran êrişî hêzên Sûriyeyê û komên çekdar dike ku Îran li pişta wan e.