Civînên Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê li Cinêvê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 3 salan ji rawestana civînên Desteya Danûstandonan a opozisyona Sûriyê, pêkhateyên Desteyê li Cenêvê dicivin ji bo ku nakokiyên xwe çareser bikin.

Di civînekê de li Cinêvê, pêkhateyên Desteya Danûstandinan a opozisyona Sûriyê dê rewşa siyasî ya herî nû li Sûriyê û herêmê gotûbêj bikin û hewl bidin nakokiyên ku bûne sedema rawestandina karê desteyê ji nêzî 3 salan ve çareser bikin.

Li gorî daxuyaniyeke fermî ji Desteyê, çend xalên sereke li ser ajandaya civînê ne, her wekî: Gotûbêjkirina pêşhateyên siyasî, navherêmî û navdewletî, bilindkirina asata hevahengiyê û karê hevbeş, çalakkirina prosesa siyasî ya rawestyayî, tekezî li ser çareseriyê li ser bingeha biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî,

Sebîhe Xelîl, siyasetmedar û çalakvana kurd ku wekî endameke serbixwe di Desteyê de hatibû hilbijartin, lê ji encama nakokiyên desteyê ew destbikar nebûbû, ji Rûdawê re got, civîn dê bê encam be. Xelîl got jî biryara opozisyona Sûriyê ne di destê Sûriyan de ye.

Endamê Komîteya Destûrî û serkirdeyê Platforma Qahîre Qasim Xetîb jî ji Rûdawê re got: "Pêkhateyên Desteya danûstandinan çûne civîna Desteyê. Tu pêkhateyek li derveyî vê civînê nemaye. Deste ji sala 2019an ve neciviyaye. Di derbarê Platforma Qahîre de, mamoste Cemal Silêman wekî nûnerê Platforma Qahîre beşdarî vê civînê bûye.”

Xetîb taybet ji Rûdawê re aşkere kir ku nakokî di navbera Platforma Qahîre de li ser bedarbûnê heye û got jî ku Ehmed Cerba û Fîras el-Xalidî ji Platforê, ji ber ku li jêr bandora Misrê ne beşdarî civînê nebûne.