Di meha Gulanê de li Sûriyê 226 kes hatine girtin

03-06-2023
Hisên Omer
Nîşan Sûriye Girtin Tora Sûrî ya Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di meha gulanê de 226 kes li Sûriyê bi şêweyekî neyasayî hatine girtin.

Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di nava girtiyan de 11 jin û 6 zarok jî hene.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku di meha gilanê de rêjeya herî zêde ya girtiyan di sala 2023yê de hatiye tomarkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, sedema zêdebûna rêjeya girtinê ew e ku hêzên hikûmeta Sûriyê hejmarek penaberên Sûrî yên ku ji Libnanê vegeriyane girtine

Herwiha hejmarek sivîl li gorî yasaya dije tawanên elektronîk hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst