Şam (Rûdaw) - Wezîra Kar û Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê ji Rûdawê re got, “Di serdema nû de dê gelek jin werin erkdarkirin.”
Wezîra Kar û Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê Hind Kabawatê silavên xwe ji jinên Kurd re şandin û anî ziman, “Em nehatine vir ku bibin guldank, em hatine bixebitin.”
Hind Kabawata ku bi nasnameya xwe ya Xirîstiyan balê dikişîne û tekane wezîra jin e di kabîneya nû ya Sûriyeyê de pirsên Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin.
Wezîra Kar û Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê Hind Kabawatê got:
“Ez ne tekane jina li ser vî erkî me, hemû jinên Sûriyeyî bi min re ne, ez jî bi wan re me.
Ez dixwazim vê derfetê bi kar bînim û silavan ji jinên Kurd re bişînim ku 14 sal in em di her qonaxê de bi hev re ne.
Em bi hev re li dijî rejîma Beşar Esed têkoşiyan. Îro ez rêz û silavên xwe yên taybet pêşkêşî jinên Kurd dikim.”
Hind Kabawata ku li ser xebata jinan û mafên jinan axivî, anî ziman, “Di serdema nû de dê gelek jin werin erkdarkirin.”
Wezîra Kar û Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê li ser rewşa jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê jî got:
“Em ji bo hemû Sûriyeyê dixebitin. Jinên Kurd jî beşek ji Sûriyeyê ne û plan û bernameyên me Înşallah dê her kesî li xwe bigire.”
Kabawatê bal kişand ser dadmendiyê jî û da zanîn:
“Baş zanibin ku em li dijî zordariyê ne û em bi ti awayî nabin zalim.
Eger Beşar Esed zalim be, tişta dawî ya ku em bifikirin dê zordarî be.
Em dê gelekî dadmend bin.”
"Divê em hemû bi hev re bin"
Kabawatê li ser armancên xwe yên ji bo pirsgirêkên jinan ên li Sûriyeyê û meseleya civakî anî ziman:
“Em nehatine vir ku bibin guldank, em hatine bixebitin.
Divê em hemû bi hev re bin, em di demeke zehmet re derbas dibin.
Divê jinên ji bakurê Sûriyeyê bigire heta başûr, ji rojhilat heta rojava hemû bi hev re bin.
Di şoreşê de jinan gelek bedelên giran dan, niha jî cih û rola wan li pêş e.
Ji ber vê yekê em divê bi hev re bin, ti bijardeyên me nînin.
Tekane rêya serkeftinê di bi hev re bûnê re derbas dibe.
Çareyeke me ya din nîne, têkçûn bi temamî qedexe ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse