HSD û Hikûmeta Şamê dîlên hev radest dikin

03-04-2025
RÛDAW
Nîşan Taxa Şêx Meqsûd Taxa Eşrefiyê Heleb Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê dest bi pêvajoya veguhertina nêzîkî 250 dîlan kirin.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) eşkere kir ku di navbera Meclisên taxên Şêx Meqsûd - Eşrefiyeyê û Birêveberiya Parastina Navxweyî ya Helebê pêvajoya pevguherîna dîlan dest pê kiriye

Li gorî zanyariyan hejmara dîlan 250 kes e.

HSD û serkirdayetiya nû ya Şamê roja sêşemê li hev kirin ku hemû dîlên xwe veguherînin û hêzên ewlehiya navxweyî yên girêdayî HSDyê (Asayîş) li taxên bi piranî Kurd ên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê bihêlin.

Meclisên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi Hikûmeta Sûriyeyê re gihiştinbûn rêkeftinê.

Li gorî xalên rêkeftinê hêzên çekdar dê tevî çekên xwe, derbasî navçeya rojhilatê Feratê bibin lê hêzên asayîşê dê li taxan bimînin.

“Hêzên Asayîşê dê li taxan bimînin”

Pevguhertina dîlan jî yek ji xalên rêkeftinê bûn.

Şêwirmendê Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd jî li ser hesabê xwe yê Xê gotibû:

"Ev dê bi hevahengiya saziyên xizmetê û ewlehiyê yên pêwendîdar ên Helebê bê kirin û mekanîzmayên taybet dê ji bo bidestxistina vê armancê bên avakirin.

Rayedarên Sûriyeyê li Helebê berpirsyariya her gef û metirsiyên li ser her du taxan digirin ser xwe.”

Li aliyê din, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja sêşemê ragihand ku 170 dîlên HSDyê û hejmarek cenazeyên şervanên wê dê bên azadkirin.

Li beramberî vê, hêzên Kurdî dê nêzîkî 400 dîl û cenazeyên hêzên ewlehiyê yên girêdayî Şamê radest bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst