Heleb: Ziyandîtiyên erdhejê li stargehan fitara xwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê, endamên Rêxistina Heyva Sor a Sûrî xwarina fitarê li zerardîtiyên erdheja 6ê Sibata 2023an belav dikin.

Koçberê zerardîtî Ebdullah Ebbas  got "Piştî erdhej çêbû ez hatim vê dibistanê, sipas ji Xwedê re her êvar xwarin ji me re tê, em sipasiya wan xêrxwazan dikin ku bi vê destpêşxeriyê rabûne."

Bi dehan malbatên ji erdhejê zerar dîtine li nav dibistan û stargehan sifreya fitara Remezanê wan kom dike.

Serbaz û koçber Umer Talib dibêje "Niha Remezan li ba me wek xwe maye, tişta hatiye guhertin tenê cihê me teng e. Li malê tu dikarî baş tevbigerê û xwarinê çêbike, li vê derê her tişt bo malbatê bidest nakeve, rewşa me guheriye. Wek berê jî kar bidestê xelkê nakeve, xelk hene malên xwe nûjen dikin, Xwedê tenê bi halê xelkê dizane."

Li gor Parêzgariya Helebê, li 230 stargehan 100 hezar zerardîtiyên erdhejê hatine bicîhkirin, di demekê de ku wek vê hejmarê jî derbider bûne. Ji aliyê xwe ve Şaredarê Helebê jî eşkere kiriye ku aliyên peywendîdar ên hikûmetê dest bi avakirina 440 apartmanan kirine daku zerardîtiyên erdhejê li wan bên bicîhkirin.