Piştî erdhejê welatên Erebî alîkarî pêşkeşî Sûriyê kirin

03-03-2023
RÛDAW
Piştî erdhejê welatên Erebî alîkarî pêşkeşî Sûriyê kirin
Piştî erdhejê welatên Erebî alîkarî pêşkeşî Sûriyê kirin
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdheja 6ê Sibatê, welatên Erebî yek bi yek, destê alîkariyê bo Sûriyê dirêj dikin. Wezîrê Derve yê Misirê jî herî dawî serdana Sûriyê kir. Nûnerê Wezareta Derve Ya Amerîka Bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nikolas Granger dibêje, “Beşar Esed erdhejê bo merama xwe ya taybet  bikar tîne.”

Serdana yekem a wezîrê derve yê Misrê ye bo Şamê, piştî nêzîka 12 salan ji destpêkirina şerê navxwe yê vî welatî.

Her çiqas Misirê heta radeyekê asta peywendiyan li gel Sûriyê rawestandibû, Komkara Erebî ku baregeha wê ya sereke li Qahîreyê ye, ji sala 2011ê ve beşdarbûna Sûriyê cemidandiye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê, yeko yeko ew welatên Erebî ku pişta xwe dabûn Sûriyê, destê alîkariyê bo Beşar Esed dirêj dikin.

Nûnerê Wezareta Derve Ya Amerîka Bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nikolas Granger anî ziman, “Bingeha siyaseta Amerîka li Sûriyê balê li ser çar karên pêşînî dikişîne, armanca wan baştirkirina rewşê ye bo gelê Sûriyê û bo pêşveçûna çareseriyeke siyasî ye. Xala yekem tekezkirina li têkşikandina DAIŞê ye. Duyem rêxweşkirina bo alîkariyên mirovî ye. Sêyem nehiştina tundûtîjiyê ye li seranserê welat bo destgirtina agirbestê. Çarem karê me yê pêşînî jî lêpirsîna li ser wan tawanên ku ji aliyê rejîma Esed û hêzên wî hatine kirin.”

15ê Adarê 12 sal di ser krîza Sûriyê re derbas dibin. Piştî 12 salan cografya serbazî ya Sûriyê bi vî awayî ye. Hikûmeta Sûriyê bi serkirdayetiya Beşar Esed ji sedî 63.38 di dest de ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê bi serkirdayetiya Kurd çaryekê axa Sûriyê di dest wan de ye û hêzên opozisyonê ku Tirkiye piştevaniya wan dike û Desteya Tehrîr el-Şam jî ji sedî 10.98ê axa vî welatî di dest wan de ye.

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbros Kotrachiv got, “Sûriyê ji du aliyan ve cihê pêşîniyê ye bo me. Yekem em piştîvaniya Sûriyê dikin wek welatekî, ev jî ne di warê serbazî de belku di warê aborî jî de be. Bo me ev kar dijwar e, lê her divê em bikin, ji ber Sûriyê hevpeymana me ye. Duyem em danûstandinê li gel pirisgirêka Sûriyê dikin di warê pêşveçûna proseya siyasî ya vî welatî de û dîtina çareseriyê bo wan pirisgirêkan ku ji ber şerê navxwe li Sûriyê çêbûne. Ev jî bi awayekî sereke bi rêya lûtkeya Astane tê kirin, ku em hevahengiyê li gel Tirk û Îraniyan dikin. Ev jî rêyeke bi bandor e bo rawestandina şer û pevçûna li Sûriyê.”

Di dawiya Kanûna 2022an de, wezîrên berevaniyê yên Sûriyê û Tirkiye Elî Mehmûd Ebbas û Hulusî Akar bi navbênkariya Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shuoygu li Moscokê civiyan û çareseriya siyasî bo Sûriyê gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, niha ew kar bo civîna navbera wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyê dike. Ev jî dibe bilindtirîn civîn di navbera wan de piştî şerê navxwe yê Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst