NY: Erdhejê li Sûriyê bandor li 2.5 milyon zarok û ciwanan kiriye

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebera Cîbicîkar a UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî Catherine Russell serdana dibistaneke demkî li parêzgeha Helebê û ragihand ku armanc ji wê serdanê piştrastbûna ji berdewamiya xwendina wan zarokan e. Neteweyên Yekbûyî dibêje ku  wan 18 dibistanên demkî li Helebê çê kirin. Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji ber erdhejê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bandor li ser 2.5 milyon zarok û ciwanan kiriye.

Neteweyên Yekbûyî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê 225 zarok û ciwan bi malbatên wan dan naskirin

Rêvebera giştî ya UNICEFê Catherine Russell li dibistaneke demkî ya parêzgeha Helebê ye li bakurê Sûriyê. Armanca serdana wê jî bo piştrastbûna li berdewamiya xwendina wan zarokên ku ji ber erdheja 6ê Sibatê qut bûne.

Rêvebera Cîbicîkar a UNICEFê Catherine Russell anî ziman, “Divê em piştrast bibin ku zarok di xwendinê de berdewam in. Ev jî zêde zehmet e.Ez çûm polekî ku me çêkiriye, armanca vê yekê jî ku zarok paş nekevin û piştre dest ji xwendinê bernedin, daku di xwendinê de berdewam bin.”

 

Neteweyên Yekbûyî 18 dibistanên demkî li Helebê çêkirine, Rêvebera giştî ya UNICEFê serdana wan zarokên ku ji dayik û bavên xwe qut bûne kir, û nayê zanîn gelo dayik û bavên wan li jiyanê ne yan na. Heta niha 225 zarok û ciwan gihîştine malbatên xwe.

Rêvebera Cîbicîkar a UNICEFê Catherine Russell got, “Astengiya yekem zanîna wê yekê ye gelo dayik û bavên van zarokan li jiyanê ne yan na. Eger sax bin dê hewil bidin wan bi hev şad bikin. Eger na wê UNICEF wan rêkaran werbigire heta piştrast bibe ku ew li jîngeheke guncav û parastî ne.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji ber erdhejê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê 105,000 malbat derbider bûne. Erdhejê bandor li ser 8.8 milyon kes kiriye. 12,000 kes birîndar bûne û zêdeyî 6 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane. Bi qasî 397.6 milyon dolar alîkarî pêwîst in, û heta niha 171 milyon dolar hatine komkirin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, 4.6 milyon zarok li Bakurê Kurdistan û Tirkiye li navçeyên erdhejê zerar dîtine. Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî erdhejê bandor li ser 2.5 milyon zarok û ciwanan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst