NY: Li Sûriyê alîkariyên mirovî tevlî karê siyasî nekin

03-03-2023
Loloxan
Navçeyeke erdhejê li Sûriyê, 13ê Sibata 2023. Wêne: Omar Haj Kadour / AFP
Navçeyeke erdhejê li Sûriyê, 13ê Sibata 2023. Wêne: Omar Haj Kadour / AFP
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Sûriye Geir Pedersen Martin Griffiths
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê, Geir Pedersen daxwaz ji hemû welat û aliyan kir, karê siyasî tevli alîkariyên mirovî nekin û diyar kir, têkildarî rewşa Sûriyê niha ne dema siyasetê, karê serbazî û tundûtîjiyê, lê belê dema gihandina alîkariyên mirovî ye.

Li nav Civata Ewlekariyê ya Navdewletî, berpirsên Neteweyên Yekbûyî yên taybet bi dosyeya Sûriyê rewşa vî welatî piştî erdheja 6ê Sibatê bo nûnerên civatê bi zelalî şirove kirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê, Geir Pedersen di civîna Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand: “Bo piştîvanîkirina pêwîstiya mirovî, min daxwaz ji hemû aliyan kir, karê siyasî ji alîkariyên mirovî dûr bixin. Ev ne ew dema bikêrhatiye ku siyasetê bo deriyên sînorî bikar bînin. Ev dema bikêrhatî ye ku hemû alî bi merdî û bilez alîkariya Sûriyê bikin, û hemû astengiyan li pêş gihandina alîkariyan bo xelkê Sûriyê li hemû navçeyên zerardîtî nehêlin. Niha ne dema karê serbazî û tundûtîjiyê ye.”

Neteweyên Yekbûyî biryar daye rojane 40 barhilgir alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bike.

Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY bo Karûbarên Mirovî, Martin Griffiths dibêje: “Ev trajedya ku nayê bawerkirin di demeke zêde zehmet de ji gelê Sûriyê re çêbûye. Karesatê li welatekî du qat zêde dike, ku ev 12 sal in şer lê heye. Berî erdhejê nêzîka 15.3 milyon kes wata ji sedî 70ê xelkê vî welatî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hebû. Erdhejê di zivistanê de hinek tax bi temamî wêran kirine, min û gelek kesên din ev yek dîtiye.”

Li gor amarên fermî, li hemû navçeyên erdhejê yên Sûriyê heta niha 6 hezar û 747 hezar kes bûne qurbanî.

Li gor Neteweyên Yekbûyî 13 milyon Sûrî ji ber erdhejê zerar dîtine û pêwîstiya 5 milyon û 500 hezar kesên Sûrî bi alîkariyên mirovî yên bilez heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst