Salih Mislim: Hevdîtin bi rêya Rûsyayê têne kirin

03-03-2018
RÛDAW
Nîşan Salih Mislim Sûriye Efrîn Rûsya Êrîş Tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand: “Ligel rejîmê têkiliya me ya rasterast tine ye. Heta îro hemû hevdîtin bi rêya Rûsyayê ve hatin pêkanîn.”

 

Salih Mislim ji Euronewsê re axivî û diyar kir ku li ser mijara Efrînê têkiliya wan a rasterast bi rêveberiya Esed re tine ye.

 

Mislim eşkere kir: “Ligel rejîmê rêkeftin û têkiliyeke me ya rasterast tine ye. Sûriye her dem qala serweriyê dike. Ev ji bo her kesî armanca sereke ye. Me ti car negotiye emê ji Sûriyê veqetin yan jî wî welatî dabeş bikin, lê em êrîşên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê, weke binpêkirina serweriyê dibînin.”

 

Salih Mislim li ser vexwendina hêzên hikûmeta Sûriyê bo Efrînê jî diyar kir: “Eger em werin ser mijara vexwendina rejîmê, ev bi temamî biryara rêveberiya Efrînê ye. Wan ji rêveberiya Şamê re got 'Eger hûn dixwazin serweriya xwe biparêzin, em amade ne ku alîkarî bikin'. Hinek yekîneyên çekdar hatin sînor lê bandoreke wan a cidî çênebû. Ji bo vê yekê em rasterast bi rejîmê re neketin têkiliyê. Heta niha hemû hevdîtin bi rêya Rûsyayê ve hatin pêkanîn.”

 

Mislim eşkere kir, dibe ku Tirkiye ji bo operasyonê ligel Şam û Îranê rêkeftin kiribe û got: “Em nizanin di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Şamê çi diqewime. Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku rê li daxwazên demokrasiyê yên Kurdan bigre, bi taybetî jî ji bo ku li Sûriyê astengiyê derxe, amade ye ku bi her kesî re rêkeftinan bike. Li Sûriyê heta îro Tirkiye li paş sedema têkçûna çareseriya siyasî ye, ew naxwazin Kurd li Sûriyê mafên xwe yên demokratîk bi dest bixin. Tenê ji bo ku daxwazên Kurdan bi cih neyên, dikarin bi Şamê, bi Îranê, yan jî bi Rûsyayê rêkeftinê bikin.”

 

Herwiha Salih Mislim da zanîn ku Rûsyayê destûr daye operasyona Efrînê û eşkere kir ku yekane hêza dikare êrîşên esmanî yên Artêşa Tirkiyê bide sekinandin Moskow e.

 

Mislim diyar kir ku “Rûsya lîstika xwe dilîze, çimku rê da operasyona Tirkiyê” û got: “Welatê ku dikare van êrîşan bide sekinandin dîsa Rûsya ye. Ji bo êrîşên esmanî yên ser Efrînê rê da û vê helwêsta xwe didomînin. Di navbera Moskow û Enqerê de cureyek rêkeftin heye. Lê mîsyona Rûsyayê ne ev e. Divê axa Sûriyê biparêzin. Li Moskowê ofîsa me heye, ofîseke fermî ye, peywendiyên me ligel rayedarên Rûsyayê hene, lê li ser vê mijarê ti bersiv nadin.”

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst