Li Minbicê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene

03-02-2025
RÛDAW
Nîşan Minbic Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Minbicê di teqînekê de herî kêm 15 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya sereke ya bajarê Minbicê otomobîleke bombebarkirî teqiya.

Li gorî Saziya Parastina Sivîlan a Sûriyeyê, di encama teqînê de merêk û 14 jinan canê xwe ji dest daye û 15 jin jî birîndar bûne.

Her wiha hat ragihandin ku teqîn di nav karkerên çandiniyê de çêbûye.

Piştî teqînê tîmên tenduristiyê ji bo birîndaran veguhêzin nexweşxaneyan çûn cihê bûyerê.

Li gorî çavkaniyan, metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Heta niha ti alîyî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Minbic pêştir di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû lê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed 9ê Kanûna Pêşîn a 2024an ketibû bin kontrola Komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst