Li Sûriyê krîza elektrîkê bazara enerjiya rojê germ kiriye

03-02-2023
Loloxan
Li Sûriyê krîza elektrîkê bazara enerjiya rojê germ kiriye
Li Sûriyê krîza elektrîkê bazara enerjiya rojê germ kiriye
Nîşan Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev zêdeyî 10 salan e ku krîza elektirîkê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê heye, bi dirêjahiya wan salan xelkê gelek alternatîv bikar anîn, ji bo demekê li fanûsan vegeriyan, baterî bo ronkirinê jî bikar anîn, jeneratorên biçûk kirîn, piştre jenerator li taxan hat danîn lê cihê elektirîka nîştimanî tije nekirin. Niha xelk zêdetir berê xwe dide enerjiya rojê, li beşekî zêde yên malan niha sîstema enerjiya rojê tê bikaranên, tiştekî baş e ji ber hem pêwîstiyên xelkê bi elektrîkê heta astekî dabîn dike û hem jî dosta jîngehê ye.

Li Sûriyê krîza elektrîkê bazara solarên enerjiya rojê germ kiriye. Şerê navxwe li vî welatî bûye sedema jinavçûna piraniya sektora elektrîkê û kêmbidestxistina vê enerjiya zêde pêwîst, lewra xelk ji neçarî berê xwe dane solarên enerjiya rojê.

Lêkoler li Wezareta Elektrîka Sûriyê Yûnis Elî anî ziman, “Daxwaza li ser enerjiya nûkirî li hemû welatên cîhanê ji ber sedemên aborî û jîngehê ye lê li Sûriyê bûye bijarek ji neçariyê, ev jî ji ber şert û mercên aborî û kêmbûna enerjiyê ye. Êdî bijareke alîkar e di çareserrkirina krîza elektrîkê ji ber şer û cezayan.”

Li navçeyên hikûmeta Sûriyê, her 24 demjimêran yek an du dimjimêran ekektrîka digihê malan, lewra tenê kesên hal xweş solarên enerjiya rojê bikar tînin. Herwiha li navçeyên Rojavayê Kurdistan û bakurê rojhilatê Sûriyê jî, ji ber kêmbidestxistina elektrîkê û bilindbûna nirxê sotemeniyê xelkê berê xwe dane danîn û bikaranîna solarên enerjiya rojê.

Endazyar Selah Mezlûm got, “Em van rojan solar panelên zêde datînin. Lê ji ber giranbûna nirxan, ,her kes nikare wan deyne. Zêde jî bazirgan û xwedî kompanya wan datînin.”

Li gor Wezareta Elektrîkê ya Sûriyê, berî şerê navxwe 2011ê, berhema welat ji elektrîkê di yek demjimêrê de 50 milyar kîlo watt bû, lê niha di navbvera 20 heta 25 kîlo watt di yek demjimêrê de berhem dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst