Birêvebiriya nû ya Şamê çawa li mijara HSD û Siwêdayê dinêre?

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) qebûl kir ku şêniyên Siwêdayê bajarê xwe bi rê ve bibin û jineke ku ji aliyê rayedarên parêzgehê ve hatiye destnîşankirin, wekî parêzgar hat tayînkirin da ku karûbarên parêzgehê bi rê ve bibe.

Roja sêşemê, karwaneke leşkerî bi serperiştiya Rêvebiriya Operasyonên Leşkerî xwest bikeve avahiya Fermandariya Polîsê ya bajarê Siwêdayê lê hêzên xwecihî yên bajêr rê neda.

Hêzên xwecihî yên ku ji pêkhateyên Durziyan pêk tên, Jora Operasyonên Hevbeş ava kiriye û daxwaz ji karwanê kir ku vegere Şamê.

Van hêzan bi şêwirmendiya kesayetî, oldar û çalakvanên bajêr biryar daye ku ew bi xwe karûbarên ewlehiyê yên parêzgehê bi rê ve bibin.

Parêzgara jin

Hikûmeta Birêvebirina Karûbaran roja sêşemê Muhsîne Mehîsawî wekî parêzgarê Siwêdayê tayîn kir û bi vî awayî ew bû yekem jina ku li Sûriyeyê bibe parêzgar.

Li gorî agahiyan, Durzî û hikûmeta Şamê li hev kiriye ku Durzî bi xwe deverên xwe bi rê ve bibin ji ber ku roleke wan a girîng di rizgarkirina deverên xwe û paytexta Şamê de hebû.

Her wiha li gorî agahiyan, Ehmed Şer, serokê rêvebiriya nû ya Şamê ragihand ku Siwêda taybetmendiyên xwe hene û zarokên parêzgeha xwe rizgar kirine.

Li ser vê bingehê mafê hilbijartina parêzgar heye û hêzên polîs ên parêzgehê dê ji zarokên Swêdayê bin. Paşê jî pêkhateyên leşkerî dê di bin çavdêriya Wezareta Parastinê de biçin wir.

Durzî bi baldarî tev digerin li ser dosyeya ewlehiyê, bi taybetî piştî ku Murhef Ebû Qesre ku ji bazneya nêzîk a Şer e, wekî Wezîrê Parastinê hat destnîşankirin.

Durzî dibêjin ku di navbera pêkhateyên olî yên Sûriyeyê de cureyekî hestyarî heye ku rejîma berê ew xurt kiribû.

Dosyeya HSDyê

Ji bilî Swêdayê, rêvebiriya nû ya Şamê kontrol li ser herêmêb bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî nîne ku di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne û dewlemend in bi çavkaniyên xwezayî yên wekî petrolê.

Çavkaniyên nefermî behsa civînên di navbera Ehmed Şer û berpirsên HSDyê de dikin lê her ji destpêka operasyona HTŞyê ya li dijî artêşa Sûriyeyê ve kanaleke pêwendiyê di navbera van her du hêzan de çêbûye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi HTŞyê re hevahengî kiriye da ku rûbirûyî hev nebin.

Li gorî agahiyan, rêvebiriya nû ya Şamê dixwaze dosyeya bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi aştî çareser bike û xwe ji pevçûnên leşkerî yên bi HSDyê re dûr bigire.

Sîstema federasyonê

Lê sîstema federal ku hin Kurd daxwaz dikin bi tu awayî li ser maseya rêvebiriya nû tune.

Rêvebiriya nû ya Sûriyeyê qebûl dike ku hêzên HSDyê bikevine nav artêşa nû ya Sûriyeyê.

HSD ku hêj piştgiriya Amerîkayê heye, daxwaz dike di nav sîstema leşkerî ya nû ya dewletê de be lê Tirkiye dixwaze ku ev hêza ku piraniya wê Kurd in, were hilweşandin û çekên xwe radestî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bikin.

Ji bilî gefa Tirkiyeyê, Kurd pirsgirêkên navxweyî jî hene, heta niha nekarîne li ser projeyeke yekgirtî li hev bikin ji bo danûstandinê bi Şamê re.