Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Şamê daxuyanî da

Şam (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got, “Em hêvî dikin ku Sûriye bigihêje paşerojeke aram.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, îro ji nişka ve çûn Şama paytexta Sûriyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, li Balyozxaneya Fransayê ya Şamê di daxuyaniya xwe de got:

“Em hêvî dikin ku Sûriye bigihêje paşerojeke serwer, aram û aştiyane.”

Jean-Noel Barrot her wiha bal kişand ser “hestyariya” rewşê û anî ziman:

“Fransa û Almanya bi hev re, li gel hemû cudahiyên wê li kêleka gelê Sûriyeyê ne.

Fransa û Almanya dixwazin piştgiriya veguherîneke aştiyane bikin.”

Ev serdan, wekî yekem pêwendiya fermî ya rayedarekî payebilind ê Fransayê ya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed tê dîtin.

Serdana her du wezîran, wekî beşek ji hewldanên avakirina nexşerêyekê ji bo paşeroja Sûriyeyê û rewşa gelê wê ya piştî Beşar Esed tê nirxandin.

Li aliyê din, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê got:

“Em dizanin HTŞ ji kû derê hatiye û çi kiriye.

Di vê qonaxê de divê em derfeta piştgirîkirina gelê Sûriyeyê ji dest nedin.”

Annalena Baerbockê her wiha diyar kir ku ew “dixwazin alîkariya Sûriyeyê bikin ku bibe dewleteke fonksiyonel a ku hemû axa xwe kontrol dike”.

Wezîrên karên derve yên Fransa û Almanyayê dê bi Ehmed Şer re bicivin.