Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku Îlona borî bi helikopterê bi dehan leşker şandibûn Sûriyeyê û kargeheke mûşekan a di bin erdê de ku ji aliyê Îranê ve dihat fînansekirin, wêran kiriye.
Artêşa Îsraîlê ya ku bi kêmî behsa çalakiyên xwe yên li Sûriyeyê dike, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku 8ê Îlona 2024an zêdetirî 100 komandoyên Îsraîlê beşdarî êrişekê bûne û kargeha mûşekan a li navçeya Mesyafê hilweşandiye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku di êrişê de 27 kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê ti amar belav nekirine.
Ji dema ku şerê navxwe yê Sûriyeyê sala 2011ê dest pê kir, Îsraîlê bi sedan êrişên asmanî li ser Sûriyeyê pêk anîne.
Di daxuyaniya roja pêncşemê de, Artêşa Îsraîlê amaje pê dike ku kargeha Mesyafê “cihekî bipêşketî yê çêkirina mûşekan” bû ji bo Hizbulaha Libnanê û “hêzên terorîst ên nêzîkî Îranê” re mûşek çêdikirin.
Artêşa Îsraîlê zelal dike ku leşkerên wan bi helikopterê çûne nav Sûriyeyê û balafirên şer û îstixbaratê jî ji asman ve piştgirî dane wan.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, êriş nîşan dide ku Îsraîl dikare li her derê operasyonan pêk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse