Birêvebiriya Operasyonan 600 kes desteser kirin

03-01-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê li çend parêzgehên cuda di nava hefteyekê de nêzîkî 600 kesî desteser kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê li çend parêzgehên cuda nêzîkî 600 tohmetbarî desteser kirine.

Kesên hatine desteserkirin bi taybetî ew leşker û efserên ku nexwestine rewşa xwe li gel hikûmeta nû asayî bikin an gumana wan heye tawan di dema rejîma berê de kiribin pêk tê.

Li gorî heman çavkaniyê, herêmên ku Îdareya Operasyonên Leşkerî lêkolîn li wan deran kiriye ji taxên Himsê, bajarokê Telbîseyê, bajarokê Ras El Marreyê, taxa Meze 86 a li Şamê pêk tên.

Her wiha di nava wan cihan de Qudseya, Hame, Cebel El Werd, taxa El Wirûd ên li gundewarê Şamê jî hene.

Piraniya van cihan ji Elewiyan pêk tê.

Piştî ketina rejîma Esed Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê ragihand, divê hemû efser û leşkerên artêşa berê ya Sûriyeyê û hemû berpirsên hikûmeta berê û endamên Partiya Beasê rewşên xwe li gel hikûmeta nû asayî bikin, eger na dê werin destserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst