Idlib: Ji ber bombebarana Rûsyayê santrala avê ji kar ket

03-01-2022
Loloxan
Di encama bombebarana firokeyeke şer a Rûsyayê de, santrala sereke ya avê ya li Idlibê ji kar ket. OMAR HAJ KADOUR / AFP
Di encama bombebarana firokeyeke şer a Rûsyayê de, santrala sereke ya avê ya li Idlibê ji kar ket. OMAR HAJ KADOUR / AFP
Nîşan Idlib Sûriye Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Rûsyayê santrala avê ya Erşanî li bakurê rojhilatê Idlibê bordûman kirin, di encamê de santrala avê ji kar ket, bi gotina rêveberê vê santralê niha akinciyên bajarê Idlibê ji ava vexwarinê bêpar bûne.

Cemal Dîban, Rêveberê Sentrala Erşanî li parêzgeha Idlibê ragihandiye, “Em niha li Santrala Erşanî ne, Santrala Erşanî avê dide bajarê Idlibê ku hejmara akinciyên wê digihe 300 hezar kesan. Firokeyên rejîma tawanbar a Rûsyayê ev santral bordûman kirin, lewra ji kar ket û dibe heta demeke dirêj wiha bimîne, ev dê bibe sedema qutbûna ava vexwarinê li ser xelkê me, ev yek jî mezintirîn tawan e ji aliyê herdû rejîmên Rûsya û Sûriyê ve.”

Li gor Berevaniya Sivîl (Kumsipiyan) ev pênc roj in firokeyên şer ên Rûsyayê berdewam saziyên xizmetguzarî li derdora bajarê Idlibê bordûman dikin, di encam de kargeheke keresteyên xwarinê jinav çû, herwiha di bordûmana firokeyên Rûsyayê ya derdora bajarê Cisir Şixûr de li rojavayê Idlibê du zarok û jinekê canê xwe ji dest dan û 10 kesên din jî birîndar bûn, di nava wan de 6 zarok hebûn.

Herwiha ji ber bordûmana berdewam a firokeyên Rûsyayê bo ser navçeya agirbesta Rûsya-Tirkiyê ya sala 2020an ya derbarê Idlibê de, Kremlînê ragihand ku Erdogan peywendiyeke telefonî ligel Putin kiriye û herdû aliyan tekezî li ser berdewambûna agirbesta Idlibê kiriye.

Lê fermandarên grûpên çekdar ên opoziyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê û ji wan jî Berdevkê Şanda Opozisyona Sûriyê bo gera 17 a Astanayê Eymen Asimî eşkere kirin ku li Astanayê ti lihevkirin û çareseriyek di navbera welatên garantor de derbarê dosyeya Sûriyê çênebûye, lewra tişta li meydanê çêdibe derencama lihevnekirinê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst