Li Kampeke Idlibê kalekî bûyerên krîza Sûriyê belge kirine

03-01-2021
RÛDAW
Koçberekî bûyerên şerê navxwe ya li Sûriyê belge kirine.
Koçberekî bûyerên şerê navxwe ya li Sûriyê belge kirine.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Hamid xelkê Mearret Numan, koçberê kal li Kampa El-Xêr li bakurê Idlibê hemû bûyerên kirîza Sûriyê ji destpêkê ve û heta niha nîvisandine û belge kirine.

Ehmed Hamid dide xuyakirin, wî qet bawer nedikir Hizbullaha Lubnanê qenciya sala 2006ê dema êrîşa Îsraîlê bo ser başûrê Lubnanê ku xelkê Sûriyê bi Şîeyan re kir bi şer û komkujiyan li wan vegerîne.

Ehmed Hamid dibêje: “Hefteya Îna mezin li Sûriyê, ligel hawar û xwepêşandanan min destpê kir, hefteya sêyem min kaxez û qelem anî û min dest bi belgekirina bûyeran kir, min 15 rûpel nîvisandin. Piştre şoreş bû çekdarî û Mearret Numan rizgar bû, firokeyan dest bi bordûmanê kirin, wê demê şoreşa çekdarî destpê kir, lê ez li cihê xwe mam daku bûyeran belge bikim, piştre Hizbullahê êrîşî navçeyê kir, di dema şerê Qisêr de me lafîteyên El-Huseyn dîtin, ez gelekî aciz bûm, û sala 2006ê di bîra min de hat, dema ku Şîeyên Libnanê hatin ba me, û me malên xwe û nanê xwe li wan parvekirin, beramberî vê qenciyê şerê Qisêr bû.”

Ehmed Hamid, behsa destpêka êrîşên hêzên hikûmetê û çekdarên Hizbullaha Lubnanî bo ser gund û bajarokên Idlibê dike, dema xelkê navçeyê ketûber war û malên xwe bicîh hiştin û reviyan û li bakurê Idlibê kamp vedan û jiyana koçberiyê destpê kir.

Ew koçberê Sûrî ku niha li kampeke koçberan li Idlibê dimîne, herwiha dibêje: “Di dawiya sala 2012ê de em ji navçeyên xwe reviyan, ku li jêr desthilata rejîma Sûrî bûn, wê demê min her tişt dinîvisand, min hemû bûyer û daxuyaniyên keseytiyên mezin û komkujiyên hêzên Îranî û Elewî belge kirin, ez şok bûm derbarê tişta ku Hizbullah, hizba Şeytan bi me re kir, em derbider bûn, xelk û otombîl li ser cadeyan wek gêrikan bûn, jiber şer direviyan. Li nav kampê dibe ku em bi nexweşiyê bikevin, ligel vê yekê em bi hêvî ne ku Xwedê rewşê biguhere.”

Di destpêka 2012ê de şerê navxwe li wî welatî destpê kir, li gor Komîsyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (UNHCR), nêzîkî 7 milyon Sûrî li derveyî welat bûne penaber, herwiha li nav welat jî nêzîkî 6 milyon kes bûne koçber.

Her li gorî Neteweyên Yekbûyî nêzîkî 400 hezar kes ji ber şer û bordûmanê hatine kuştin, hevdem li gor raporteke Iskuwa ji ber şerê navxwe, Sûriyê nêzîkî 500 milyar dolar zerar dîtiye, herwiha di 2020ê de herrifandina aborî derket, ku niha li bazarê yek dolar bi 3000 lîreyên Sûrî mamele ligel tê kirin.

Li aliyekê din, cugrafyaya Sûriyê li ser sê navçeyan hatiye dabeşkirin, bi awayekê ku hikûmet bi piştevaniya Rûsya û Îranê, opozisyon bi piştevaniya Tirkiyê û Rêvberiya Xweser bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê, beşek ji axa Sûriyê kontrol kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst