Beşek ji hêzên dijbereyê Kongreya Astanayê baykot dikin

03-01-2017
RÛDAW
Nîşan Dijbereya Sûriye Kongreya Astanayê hevdîtin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Beşekî ji hêzên dijbereya Sûriyê ragihandin ku ew Kongreya Astanayê baykot dikin û beşdarî hevdîtinên wê nabin.


Di daxuyaniyeke nivîskî de, beşekî ji hêzên dijbereya Sûriyê ragihand ku ti pêwendiya wan bi danûstandinên ku tê pêşbînîkirin li Astanaya paytexta Qazaxistanê bibin nîne.


Beşekî ji hêzên dijbereya Sûriyê di daxuyaniya xwe de nîşan bi wê yekê da ku ew li Astanayê beşdar nabin eger rêkrftina agirbestê bi giştî cîbicî nebe û binpêkirina wê ji aliyê hikûmetê ve raneweste.


Artêşa Sûriya Azad, di daxuyaniyê de, pabendiya xwe bi rêkeftina agirbestê diyar dike. Lê behsa binpêkirinên hikûmeta Sûriyê dike. Bi taybetî li Wadî Bereda, gundewarê Hema, Xûteya rojhilat û Deraayê.


12 hêzên dijbereyê li ser vê daxuyaniyê îmze kirine.


Tê zanîn ku 29ê Berfanbara 2016 rêkeftina agirbestê li Enqereyê hate îmzekirin. Û Tê pêşbînîkirin ku 23 vê mehê kongreya Astanayê were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst