Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Sûriyeyê li Helebê bajorekekî Kurdan bombebaran kir û ji ber wê êrişê metirsî ketiye ser 4 zarokên Kurd û nayê zanîn birîndar in an jî hatine kuştin.
Remezan Şêxoyê ji bajarokê Til Eranê yê Helebê ji Rûdawê re ragihand ku îro balefirên şer ên artêşa Sûriyeyê gundê Til Erenê yê Helebê bombebaran kir,
Bi gotina Remezan Şêxo 4 zarokên Kurd ketine ber wê bombebaranê.
Remeza Şêxo da zanîn ku ew veguhastine nexweşxaneyê.
Şêxo derbarê rewşa wan de jî got, “Çarenivîsa wan ne diyar e, ji ber ku xeta înternet û telefonê nemaye em nikarin pêwendiyê bi mirovên wan re bikin.”
Li bajarokê Til Eranê 60 hezar kes dijîn û bajarokê Kurdan tenê yek kîlometre ji Balafirgeha Helebê dûr e.
Ew bajarok pêştir di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyeyê de bû.
Remezan Şêxo her wiha eşkere kir ku piştî êrişên çekdarên mixalefeta Sûriyeyê piraniya xelkê wî bajarokî koçber bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse